Endezyar Ece: Qeyrana hişkesaliyê dê rê li ber xelayê veke 2021-06-13 09:08:15   Sema Çaglak    AMED - Endezyara çandiniyê Ece Demîreloz bal kişand li ser rewş û pirsgirêkên cotkaran û got: “Heke pirsgirêk cotkaran berdewam bike dê gelek texrîbatên mezin derkevin holê. Divê biryarên bi lez û cidî bê girtin. Beravajî vê dê pêşiya xelayê veke."    Li heremê, her ku diçe bandora hişkesaliyê bêtir xwe nîşan dide. Sûlav û çemên ku bi salan e diherikin, ji ber kêmbûna baranê zûwa dibin. Tê dîtin ku di çeman de av jî nemaye. Her wiha nebarîna baranê û  germa zêde jî ji niha ve ji bo gelek nebatên ku li ber germê li ber xwe didin jî bûye gef. Tevî van yekan herî zêde cotkar ji van pirsgirêkan para xwe digire. Ji niha ve gelek zeviyên çandiniyê hişk bûne û ji ber ku aliyê cotkariyê de piştgiriyek nîne cotkar ji bo pêşerojê di nav fikarek mezin de ne.   Endama Odeya Endezyarên Çandiniyê û Yekitiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyê (TMMOB) ê Ece Demîreloz têkildarê van mijaran ji ajansa me re axivî.   ‘Hişkesalî ji bo zîndewaran xetereyek e'    Ece di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser sedemên hişkesaliyê û got: “Germbûna kûrewî ku her diçe xwe zêdetir dike û ji bo jiyana hemû zîndewaran ketiye astekî telûkeyê. Şewatên fosîl, qirêjahiya endustrî, zêdebûna rêjeya nifûsê û gelek sedemên bi vê şiklî ji bo germbûna kûrewîyê pêkerên herî girîng in. Her wiha guherandinên avhewayê jî bingeha wê qeyranê ava dike. Bi vî awayî yekser jiyana  mirovan û dûvre jiyana ajal û nebatan re bibandor dibe. Di heman demê de koça avhewayê jî bi xwe re tîne.”   ‘Cotkaran di nav fikarek mezin de ne’   Eceyê diyar kir ku pirsgirêka hişkesaliya digel pandemiyê xwe kûrtir kir û wiha axivî: “Şikestina pergala ekolojiyê, dibe sedema  qeyrana germahiya kurewî. Li ser flora me guhertin çêdibin. Aliyê nebaşiyê de em ê her ku diçe xirab dibin an jî ber tunebûnê ve diçin. Li gorî daneyên meteorolojîk di mehên adar-nîsanê de li gorî salên borî de barîn ji sedî 50’ê kêm bûye. Barînên ku bêserûber dibe sedema ketina rekolteye. Ji ber vê herî zêde li ser cotkaran pirsgirêkên neyinî pêk anî. Gelek zevî aliyê hilbêrînê de li ber windabûnê ve çû û zirarên mezin dîtin. Jixwe pandemiya ku li seranserê cîhanê bibandor bû aboriya cîhanê têk bir. Lewra cotkar di nav fikarek mezin de ne.”   ‘Heke bi vî rengî berdewam bike wê xelayek mezin pêk bê’   Eceyê destnîşan kir ku texrîbatên gelek mezin di pêşiya nifşên nû de hene û wiha bi lêv kir: “Heke ev pirsgirêk di vê babetê de xwe berdewam bike dê gelek texrîbatên mezin di pêşiya me de heye. Wê gel di aliyê xwe gihandina xizayê de pirsgirêkan bijîn. Lewra mimkûn e aliyê kirîn û firotinê de bêdengetiyekê mezin pêk were. Lewra lazim e ku di vê milê de biryarên bi lez û cidî bê girtin. Beravajîya vê di berdewamiya rewşê de dê pêşiya xelayê veke. Wê germbûna kûrehî di nav 50 sal an de gelek berhemên ku tê çandin hilbêrîna wan bide qedandin.”   ‘Pêşîlêgirtina pirsgirêkan di gotinê dimîne’   Eceyê anî ziman ku pirsgirêkên heyî nayê çareser kirin û pêşiya pirsgirêkên nû tê vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em diqedînin lê qedandinek rast nakin. Dihêlberînin lê hilbêrînek rast nakin. Heta ku em hevsengiya wan herdûyan çênekin dê em ê wan pirsgirêkan nekaribin çareser bikin. Me zîncîra wî ji gelek aliyan ve qût kiriye. Ji bo ku aliyek sererast bikin aliyên din xirab dikin. Lewra me xwezayê bi destê xwe rûxand. Me nifşên nû qet nefikirand. Pirsgirêka herî mezin a em dijîn ji ber xweperestiya me çêbû. Ji bo mînak bendavên ku li heremê tê çêkirin dibe sedema zêdebûna nemê. Di cotkariyê de nexweşînên fungal û bakteri zêdetir xuya kirin. Ji bo pêşîlêgirtina wê gelek gotinên me hene. Em dibêjin ji cotkariya hişk derbasê cotkariya avê bibin. Ji çavkanîyên artezyen sontajan bikin. Hilbêrînê zêde bikin û bi vê rengî gelek pêşnîyar çêdibin.  Lê belê em wan çiqas bi awayekî rêk û pêk çedikin an jî çiqas bêyî zirara xwezayê dikin nizanin.”   'Cotkar dikevi rewşeke tengav'   Eceyê berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku cotkar di nav qeyranek mezin de ne û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Avên di bin erd ji tijî kirina teht û valahiyan pêk tê. Heke ew av bê kişandin wê di bin erd de valahî çêdibin û bi vî awayî zevî dipelişin. An jî dê bibe sedema pêkanîna erdhêjan. Heke em bixwazin ji çavkaniyên artezyen erdên xwe re avê bikşînin divê li gorî erda jeolojîkê xebatên teknîk bê birêve birin. Lê pirsgirêk ne vekirina çalê ye. Vê gavê jî xercên din berdewam dikin. Wekî xercên av, ceyran û şewat(yakit) derdikeve  holê. Wê ji ber van pirsgirêkan barê cotkarê du qat zêdetir giran dibe. Bi vî awayî nikare debara xwe pêk bîne û beranbera keda xwe nagire. Ji bo ku sala pêşiya me cotkariyê bike derfetên wan çênabe. Piştre kredî dikşîne û ji ber van sedemên wek girêk cotkar dikevin rewşekê tengav.”   ‘Divê modelek cotkariyê ya rast bê kirin’   Eceyê diyar kir ku divê ji cotkaran re alikarî û piştgirîyek bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di pêvajoya pandemiyê de ku herî zêde nehatin fikirandin rewşa cotkaran bû. Lewra bi qeyrana hişkesaliyê ev pirsgirêk ket asta herî jor. Divê di aliyê xercên ceyran û avê de piştgirîyek bê dayîn. Li Tirkiyê aliyê faaliyetên cotkariyê di potansîyelek mezin de ye. Lê li ser cotkariyê de modelek rast nayê birêve birin. Bi modelek rast dikare pêşiya gelek qeyranan bê girtin. Lê Tirkiyê ji ber bêpêkanîna modelekê rast, bi bengitiya welatên derveyî ve di aliyê cotkariyê de di astên paşde dimîne. Heke ev bêne çareser kirin dê rêjeya refaha civakê pêk were.”