ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-13 09:00:00   *Diya girtiyê sîyasî Hesîne Dogan têkildarî tecrîdê nêrînên xwe anî ziman. Hesîneyê da zanîn girtina kurê wê ne hiqûqî ye û wiha got:"Ger em li jiyana xwe binêrin em ê bibînin ku em hemû di tecrîtê de ne. Girtina kurê min, ne hiqûqî ye. Şert û mercên niha tê de ne xirab e. Ez 5 sal in wî nabînim. Ew û hemû hevalên xwe di bin tecrîda giran de ne." DÎMEN HEYE   *Jinên  li Wanê dijîn balkişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku ket roja 200’î û bang li aliyên demokratîk kirin  daxwazên girtiyan bi dengê bilind bînin  ziman.   DÎMEN HEYE   * Welatiyan bertek nîşanê daxwaza girtina HDP’ê dan û gotin: “Welat baş nayê bi rêvebirin. Em tên bêdengkirin. Li şûna pirsgirêkan çareser bikin mijarê diguherin. Em ê di sindoqan de bersiva pêwist bidin.” BI DÎMEN    *Endezyara çandiniyê Ece Demîreloz bal kişand li ser rewş û pirsgirêkên cotkaran û got: “Heke pirsgirêk cotkaran berdewam bike dê gelek texrîbatên mezin derkevin holê. Divê biryarên bi lez û cidî bê girtin. Beravajî vê dê pêşiya xelayê veke." BI DÎMEN    *Fata Reş a ku di nav jinên Kurd de bi nasnameya xwe ya şervaniyê dertê pêş, di çapemeniya cihanê de jî wek Amazona Kurd tê nasîn. JIN Û DÎROK