Li Sêrtê ji bo jinan çalakî hat lidarxistin 2021-06-12 16:33:42     SÊRT - Li Sêrtê ji bo jinan çalakiyek hat lidarxistin û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî û got dê li her derê têkoşîna xwe bidomînin.    Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê ji bo jinan çalakiyek li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê hat lidarxistin. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de sînevîzyona ku qala têkoşîna Dayikên Aştiyê dike hat nîşadan û piştre jî Meral Daniş Beştaş axivî. Meral di axaftina xwe de bal kişand ser êriş û doza girtina HDP'ê û got: "Arman dikin ku bi doza girtinê pêşengtiya jinan asteng bikin. Jinan li her qadên jiyanê li ber xwe dan. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku dayika 80 salî tê girtin. Li hemberî ziman, ol, çand û axa me êrişeke topyekûn heye. Li dijî wan êrişan yekitiya neteweyî girîng e. Her wiha dê têkoşîna jinan bidome."