Şêniyên Botanê li dijî şerê li Başûrê Kurdistanê meşiyan 2021-06-12 14:35:01     ŞIRNEX - Bi pêşengiya KCD, DBP û HDP'ê de, li dijî êrîşên Başûrê Kurdistanê meş û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz ku axivî bang li YNK û KDP’ê kir ku dawî li şer bînin û got: “Bi leyistokên Tirkiyeyê nexapin. Roj roja xwederketina li yekîtiya gelê kurd e.”   Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî şerê ku li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye  li ber Deriyê Sînorê Xabûrê ya navçeya Silopiya Şirnexê meş, daxuyanî û çalakiya rûniştinê hat lidarxist.   Hevserokê KCD'ê Berdan Oztûrk, Hevserokên DBP'ê yên Giştî Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP'ê Tûlay Hatîmoglu, Dersîm Dag, Hûseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Siddik Taş,  endamê MYK'ê Salîm Kaplan, Aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, ekolojîst û gelek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Girseya ku li nêzî Deriyê Sînorê yê Xabûrê hatin gel hev, meşek girseyî pêk anî û tim dirûşma “bimre îxanet” hat berzkirin. Girse piştre li ber sînor daxuyanî da. Di serî de Hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk axivî.     ‘Em ji bo ziman, nasname û axa xwe şer dikin’   Berdan, anî ziman ku gelê kurd ji bo yekîtiyê tim amade û heye û wiha got: “Li paş me xêzek sînor heye. Lê belê tu wate û girîngiya wî sînorî tune ye. Ji ber ku li ser gelê kurd şerê gelek qirêj tên meşandin. Lê belê gelê kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade. Gelek ciwan di vê rêya têkoşînê de jiyana xwe dest dan. Komkûjiya Helepçeyê hat kirin, lê belê me dîsa dev ji têkoşîna xwe berneda. Çima; ji ber ku em ji bo ziman, nasname û axa xwe şer dikin. Em bi dayikên xwe ve hatin li vê derê, ji bo ku vê peyamê bidin. Herêma Kurdistana Federe  komkûjiiyan piştguh dike.”   ‘Gelê kurd bi sedsalane têdikoşe’   Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz mafê axaftinê girt. Saliha, destnîşan kir ku ji bo ji şer re bêjin “na” îro hatine ligel hevdu û wiha domand: “Îro li vê derê sînorek heye, lê belê ev sînorek sûnnî ye. Gelê kurd ji Peymana Lozanê vir de berxwedanek mezin dide. Kurdistan kirin çar parçe, lê belê gelê kurd parçe nebû. Gelê kurd bi sedsalane têdikoşe. Gelê kurd ji bo Kurdistan bibe yek parçe, ji  bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşe. Lê belê îktîdara AKP-MHP’ê di neçareseriyê de bisrar in. Îktîdar ku êrîşî çar parçeyê Kurdistanê dike, bi vî awayî dixwaze xwe li ser lingan bigire. Îktîdar dixwaze kurdan bi kurdan bide kuştin û bi vî awayî xwe ava bike.”   ‘Roj roja xwedîderketina yekîtiya gelê kurd e’   Saliha, destnîşan kir ku hikûmet di polîtîqayên xwe yên tecrîdê de bi israr e û wiha dewam kir: “Her roj êrîşên qirkirinên siyasî tên kirin. Êrîşên li dijî Rojava ku hatin kirin û dîsa referandûma Başûr me careke din dît. Bi van êrîşan dixwazin têkoşîna azadiya gelê kurd tasfiye bikin. Di vê pêvajoyê de ku têkiliya dewlet û mafyayê derket holê, dîsa dixwazin kurdan bi kurdan bidin kuştin. Ev şer şer, qedandina gelê kurd e.  Bi vî şerî pirsgirêka gelê kurd nayê çareserkirin. Em bang li gelê Başûr dikin ku ev şer kêrî azadiya kurdan nayê. Gelê kurd bi salane li dijî şer têkoşiya û destkeftiyên xwe bi dest xist. Em van destkeftiyên xwe winda nekin. Em bang li YNK û KDP’ê ku bila bi lîstokên Tirkiyeyê neyên xapandin. Roj roja xwedîderketina li yekîtiya gelê kurd e.”   Piştî daxuyaniyê, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmên “Bijî yekîtiya kurdan”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî yekitî” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.