Dayikên Şemiyê: Têkoşîna me ya hiqûqê dewam dike 2021-06-12 14:17:00     STENBOL - Dayhikên Şemiyê di hefteya 846'emîn a çalakiya xwe de li kujerên Mûrat Aslan ê 27 sal berê hat revandin û kuştin pirsîn.    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û kujer werin cezakirin di hefteya 846’emîn de bi rêya online çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Vê hefteyê li kujerên Mûrat Aslan ê di 10’ê hezîrana 1994’an de li Amedê ji aliyê Torosa Spî ve hat revandin û pişt re hat kuştin pirsîn. Mûrat Aslan wê çaxê hêj 25 salî bûye û ji bo ew fatûreya ceryanê bide razandin ji malê derketiye.   Xwişka Aslan, Fatma Aslan di daxuyaniyê de ewilî axivî û bi bîr xist ku kekê wê li cem hevalên wî bi darê zorê hatiye revandin û wan demek dirêj xwe negihandiye agahiyên derbarê birayê wê de. Fatma anî ziman ku îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aydan piştî 10 salan cînayetên ku hatine kirin eşkere kiribû, yek ji van jî kekê wê bûye. Fatma da zanîn ku bi mikurhatinê re gora kekê wê hatiye dîtin û pişt re wî birine veşartine. Fatma anî ziman ku doza wan di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ve hatiye redkirin û got: “Cînayeta kekê min xwedî taybetiyekê bû. Cînayeta yekemîn a ku bi destê dewletê hat kirin û ewilî hatiye eşkerekirin. Tevî vê yekê jî  doza me hat redkirin.”    'Têkoşîna me ya hiqûqê dewam dike'   Fatma diyar kir ku têkoşîna wan hiqûqî bedewam dike û got: “Ez hêvîdar im wê ev kes li ber dadger werin darizandin. Hêvî dikim ku tu dayikek êşa zarokên xwe nekişîne û neçarî lêgerîna bi darê zorê nebe. Em li cem Dayikên Şemiyê ne. Êşa wan êşa me ye. Ez hêvîdar im ku wê li tavilê kujer derkevin holê û ev bûyer werin ronîkirin.”    Wê kujer hesab bidin   Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrkulu ku serokatiya Baroya Amedê kiriye, doza Aslan şopandiye jî got wê teqez gorek windayan çê bibe û kujer teqez wê li hember darazê hesab bidin.    'Têkoşîna me ya hiqûqê dewam dike'   Metna daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Eren Ertîn xwend û destnîşan kir ku kujer bi destê dewletê bi bêcezakirinê tên parastin û ji ber vê yekê ew nikarin xwe bigihînin edaletê û windayên xwe.Eren got ew ji bo Mûrat Aslan edaletê dixwazin. Eren anî ziman ku di serî de ji bo Aslan û tevahiya windayan wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.