Çalakvanên greva birçîbûnê ya Mexmûrê: Li hemberî êrişan bêdeng nemînin 2021-06-12 12:36:39     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, di roja 177’an de didome. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku divê li hemberî pêvajoya xetere bêdeng nemînin û gotin: "Em ê heta dawiyê ji bo azadiya rêberê xwe çalakiya xwe bidomînin."    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakî 177 roj in berdewam dike. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.    'Em azadiya rêberê xwe dixwazin'   Mamoste Eyşê Şen di destpêka axaftina xwe de hemû çalakvanên ku niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne silav kir û got: "Armanca çalakiya me diyare êdî dem hatiye ku em bi awayek fizîkî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Ji bo wê jî heya ku em negihin armanca xwe em ê hemû curên çalakiyan li dar bixin û çi pêwîst bibe em ê bikin. Ji ber ku em bi fikir û felsefeya rêbertî heya vê rojê hatîne. Rêbertî ji bo me rûmeteke, nasnameyeke û nirxeke. Her gelek bi rêberê xwe tê naskirin, weke civaka Gelê Kurd em jî bi rêberê xwe tên nas kirin, êdî ne civak bê rêbertî dibe ne rêbertî bêyî civaka xwe dibe. Çawa ku mafê her gelekî her netewekiye ku bi rêberê xwe re jiyan bike, mafê me Gelê Kurd jî ew e ku bi rêberê xwe re azad bijî.'   'Li hemberî êrişan bêdeng nemînin'   Eyşe, derbarê êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê jî wiha axivî: "Têkiliyên dewleta tirk û mala Barzan bi awayek pir aşkere diyar dibin û têkiliyek pir tehlûkeye. Armancek ya dewleta Tirk ku xwe nêzî mala Barzan dike, heye. Ev jî ne tenê tunekirina PKK’ê tunekirina Gelê Kurd e, tunekirina nirxên kurd û hemû destkeftiyên Gelê Kurd e. Ne ku hezkirinek yan jî rêzdariyek wan li hemberî Başûrê Kurdistanê heye. Daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk yên li ser wargeha me ku dibêjin ‘warhegek leşkeriye û ger Neteweyên Yekbûyî ji holê ne rakin em ê bi zorê ji holê rakin’ şemezar dikim. Cîhan hemû dizane ku wargeha me wargehek ya penabera ne. Her wiha ez bang li hemû partiyên kurd bi taybet ên başûrê Kurdistanê, hemû sazî û dezgehên sivîl û hemû kesên xwedî wijdan dikim ku di vê pêvajoya xeter de bêdeng nemînin û bikevin nava tevgerê."   'Em hevkariya PDK'ê ya bi dijmin re qebûl nakin'   Rihan Baytaş jî wiha bal kişand ser armanca xwe ya tevlîbûna çalakiyê: "Min xwest ez tevlî pêngavê bibim. Daxwaza me jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Bi taybetî ji bo me jinan rêbertî xeta sor e. Niha bi taybet em dayik dil û fikrê me li çiyayên Kurdistanê ye, ew hemû zarokê me ne. Em êrşên li ser zarokên xwe şemezar dikin û hevkariya PDK’ê bi dijmin re qebûl nakin. Dewleta Tirkiyê bi serê xwe ne hatiye nav xaka Başûr, bi alîkariya mala Barzan hatiye. Zext û êrişên Tirkiyê bi hevkariya mala Barzan ne tiştekî nûye hêj dema em nû hatin xaka Başûr û heya niha berdewam dike."   'Bila jinên başûrî li dijî şer derkevin'   Rihan, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinên başûrî kir: "Ez bang dikim hemû jinên başûrê Kurdistanê li dijî van tevgerên bi zerer bi sekinin û helwesta xwe diyar bikin. Bila Mesut Barzanî li gotina xwe ya di demê çeteyên DAIŞ’ê de ‘yê ku îxanet bike ger pêşmergê min be jî bikujin’ derkeve. Ez bi xwe şahidê vê gotinê me. Lê niha ew bi xwe weke berpirsê partiyekê heman tişt dike.’ Niha dibêje emê PKK’ê xilas bikin, hûn ê çewa xilas bikin hûn nikarin. PKK ne ji bo dijminahiyê li Başûre, parastina xaka Kurdistanê dike û canê xwe feda dike. Di dawiyê de jî dixwazim çalakvanên li zîndanan silav bikim.’’