Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin 2021-06-12 10:11:07     BEDLÎS - Li 35 gund û mezrayên girêdayî navendê Bedlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin.   Walîtiya Bedlîsê daxuyand ku li 35 gund û mezrayên girêdayî gundan bi ser navenda Bedlîsê e qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Walîtiyê ragihand ku ji ber operasyona leşkerî qedexe hatiye ragihandin.    Li gundên Aşagibalcilar, Yukaribalcilar, Germav, Papiznix, Alûkan, Kalupat, Ogulcak, Çeltîklî, Oleka Jêrî, Oleka Jorî, Sîmav, Bolukyazi, Arıdag, Akçalı, İçgeçit, Çaliduzu, Vanik, Çadidrli, Karakuş, Aşagikoçak, Aşagiyolak, Yukariyolak, Dursun, Yaronu, Beşkaynak, Uçankuş, Kinali, Bayirli, Dîkme, Yukaridîkme, Aşagidîkme, Kutlu, Akgun, Çobansuyu, Aşagiçobansuyu û her wiha li mezrayên van gundan qedexe hatiye ragihandin.     Di 6’ê hezîranê de li 12 gund û mezrayên bi ser navçeya Hîzanê ve qedexeya derketina hatibû ragihandin û ev qedexe hat rakirin. Di 2’yê hezîranê de jî li 10 gund û mezrayên bi ser navçeya Tetwanê ve qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexeya li van gundan jî di 8’ê hezîranê de hatibû rakirin.