'Desthilatî bi doza li HDP’ê vedike rojevê diguhere' 2021-06-12 09:01:30     STENBOL - Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahanli  bertek nîşanê doza ku cara duyem bi daxwaza girtina HDP’ê hatiye vekirin da û got desthilatdarî hewl dide rojevê biguhere û bi hincetên eletewş organîzasyona komployê ava dike. Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce jî  daxuyakirin ku ji bo gel û ji wan tu mafdariya vê dozê tune ye.   Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê ji bo girtina HDP’ê cara duyem îdianame amade kir û şand Dadgeha Destûra Bingehîn. Di îdianameya ku ji 850 rupelî pêk tê, der barê 500 siyasetmedarî de qedexeya siyasî, qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyê û her wiha desteserkirina hesabên bankayê ya partiyê xwest.  Bertekên li dijî hewldana girtina HDP’ê didome.   Hevseroka Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û  Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahli der barê doza hatiye vekirin de axivîn.   ‘Dixwazin têkoşîna azadiyê bêdeng bikin’   Canan Yuce bi lêv kir ku doza girtinê bi armanca bêdengkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê tê kirin û wiha got: "Me di 7’ê Hezîranê de dît ku serkeftina HDP’ê di heman demê de serkeftina bindest, jin, gelan e. Ev serkeftin ji hemû kedkaran re bû hêvî. Desthilatdariya AKP’ê ji wê rojê şûnde polîtîka zext û çewistandinê xist dewrê."   ‘Tu mafdariya wê tune ye’   Cananê  got di pêvajoyeke ku têkiliyên mafya dewletê derketiye asta jor de derbas dibin û ev tişt daxuyand: "Bi salane em balê dikişînin ser tifaqa AKP- MHP Ergenekolnê.  Me her tim dubare kir ku mafya dewletê bi rê ve dibe. Desthilatdariya ku niha hewl dide serê hinek tiştan bigire çareyê bi êrîşa li hember demokrasiyê dibînin. Çareyê bi girtina HDP’ê dibînin. Lê HDP nikare bê girtin."   'Wek doza Kobanê wê ev doz jî vala derkeve'   Sevtap Akdag Karahali jî bertek nîşan da û bi lêv kir ku desthilatdariya ku demeke dirêj e tiştekî ku bide gel nemaye, rizandina wan ji aliyê lîderê çete ve bi aşkera derket holê. Sevtapê wiha dirêjî dayê: "Destilatdarî ji bo rojevê biguhere bi hincetên eletewş, li hember gelê kurd, hêzên demokratîk û nûnernên gel organîzasyona komployê ava kiriye. Ger ku daraz bi rastî dixwaze kar û barê xwe bike divê  ji îfadeyên kesên ku dibêje ez şahidê vê me parçeyeke vê me dest pê bike. Wek doza Kobanê wê ev doz jî vala derkeve. Me gotibû ‘Hûn nikarin HDP’ê bidarizînin wê HDP we bidarizîne’.  Ev doz jî wek ya Kobanê dê vala derkeve."