1'emîn Kongreya Meclisa Jinan: Pêwistî bi yekitiya jinan heye 2021-06-11 14:34:08     QAMIŞLO - 1'emîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi tevlîbûna 200 delegeyên jin dest pê kir. Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah di kongreyê de axivî û got: " Em xwedî kedeke mezin in û keda me bingeha xwe dide keda bi milyona jinan. Bi rêxistinên jinan em ê xwe xurt bikin, tu sîstem nikare vîna me bişkîne û rê li pêşiya têkoşîna me bigire."     Bi dirûşma "Şoreşa jinê misogeriya civakeke demokratîk û azad e" Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1'emîn Kongreya xwe bi tevlîbûna 200 delegeyên jin ji giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Cihê kongre bi wêneyên jinên têkoşer û pankertên bi nivîsa "Ber bi Sûriyeke demokratîk û pir rengî ve” û "Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneya jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de ye" hatibû xemlandin. Her wiha gelek mêvan ji saziyên civaka sivîl û leşkerî weke Meclisa Malbatên şehîdan, Meclisa Jina Sûriyê, hêzên YPJ’ê û Asayişa Jin, şandeyek ji Rêveberiya Xweser  ji kongre re hatin vexwendin.    Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah ve hat kirin.    'Çareserî dê bi pêşengiya jinê bê pêşxistin'    Asya Abdullah di serî de li dar xistina kongreyê li tevî jinên peşdarvan pîroz kir û wiha des bi axaftina xwe kir: "Di serî de em li dar xistina Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî jinên Sûriyê pîroz dikin. Di merhelekî herî hesas de ku cîhan têde derbas dibe bi taybet rewşa jin a her kes dizane di çi rewşan de ye ser wê nirxandinên me yên pêşveçûnê hene. Hemû jin ji bo têkoşîna azadiya ser piyan e û li dijî hişmendiya desthilatdar ber xwe didin, li dijî dagirkeriyê têdikoşin û mohra xwe li dîroka têkoşînê dixin. Em jin xwedî mîrasên mezin in û çandeke me ya tijî têkoşîn heye. Îro têkoşîna me jinan serkeftinên me misoger dike. Bi zanista jin û rêxistina wê, siyaseta wê ya demokratîk û pêşengtiya wê em ê li dijî hişmenidyên ku bi salan e edaletek ji bo jinan ne pejirandine têbikoşin û hemû siyasetên jinan hedef dikin vala derbixin.  Ji bo parastina jinan me bedelên pir giran bûha dan, em dixwazin çareseriya bi pêşengtiya jin were pêşxistin û em ê di vê kongreya xwe de jî vê yekê nîqaş bikin."   'Tu pergal nikare li ber vîna me bisekîne'    Asya bal kişand ser rewşa niha tevahî  Rojhilata Navîn têre derbas dibe, her wiha aloziyên ku bi destê hêzên desthilatdar tên meşandin û wiha pê de çû:  "Aloziya di Rojhilata Navîn de hemû bi destê hêzên serwer tên meşandin. Hêzên xwedî berjewendî bi rêbazên mûdaxelaya jiyana mirovan van tevlîheviyan derdixin û mirovahiyê di qirîzekê re derbas dikin. Îro em bi qirkirinan re rû bi rû dimînin û tu rêxistin jî dengê xwe nakin, divê em li hember van hemû kiryaran xwedî têkoşîn û helwestên bi sekin bin. Aloziyên aborî bi destê wan tê çêkirin û mirovan bi zehmetiyên jiyanê re neçar dihêlin, jiyana mirovan êdî kirine mijara bazaran. Hêzên xwe xistine şûna biryaran de tiştek ji mirovahiyê re nekirine, li ser rûyê erdê hovîtiyeke mezin heye û pêwîst e bi rêbazên rast bên çareserkirin. Şoreşa jin li Rojava û hemû cîhanê xwedî bandor bû, em bi berxwedana jinan gihan vê astê. Em xwedî kedeke mezin in û keda me bingeha xwe dide keda bi milyona jinan. Divê em hîn zêdetir ser zanista jin rêxistina xwe bi hêz bikin, divê em destkeftiyên xwe biparêzin û bibin dengê jinan di çareseriya Sûriye pêşerojê de. Ji ber çareserî bi destê mêran nayê pêşxistin. Bi rêxistinên jinan em ê xwe xurt bikin, tu sîstem nikarin vîna me bişkînin û rê li pêşiya têkoşîna me bigirin."     'Armanc tunekirina Gelê Kurd e'   Li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer axivî û bi bîr xist ku kongre di nava şert û mercên giran de tê lidarxistin û wiha got: "Jin ji ber ku di nava Rêveberiya Xweser de li ber her cûre astengiyan radibin, ev kongre gelekî girîng e. Sedema krîza li Sûriyeyê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ye. Raya giştî ya navneteweyî neçar e ku li dijî siyaseta tundiyê ya li herêmên dagirkirî li dijî jinan tê kirin û ji krîza li Sûriyeyê re çareseriyê bibînin. Pêwîstî bi çareseriyeke siyasî heye û divê jin cihê xwe di nava vê çareseriyê de bigirin. Ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk tunekirina Gelê Kurd û gelên li herêmê ye."   'Dê têkoşîna me jinan bidome'    Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro jî anî ziman ku pêwîstiya wan bi yekîtiya jinê heye û jin divê bi baweriyeke mezin tevlî biryarên bêne wergirtin bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek hêzên derve hewl didin ku projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Lê belê berxwedana me her timî ye. Xwe dispêre pîvanên neteweya demokratîk û destketiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Heta li Sûriyeyê platformek ku jin hemû di nav de cih bigirin bê avakirin, heta mafên mayinde bêne bidestxistin û ji bo Sûriyeyê paşerojeke nû bê avakirin wê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe dewam bikin.   'Civak ji aliyê jinan ve tê parastin'    Li ser navê YPJ'ê jî Sewsen Ferhad axivî û destnîşan kir ku di mijara ewlekariya herêmê de jin bi roleke girîng radibin û wiha bi lêv kir: "Ez bang li jinan dikim ku em nîşanî cîhanê bidin ku civak wê ji aliyê jinê ve bê parastin."   Li gor bernameyê kongrê wê piştî axaftinan, rapora du salan a kar û xebatê Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were xwendin, her wiha wê rêziknameya hundirîn a meclisê were xwendin û guhertinên bingehîn têde werin pêşxistin. Piştî wê dê pirensîbên têkildarî zagonên jin bên nîqaşkirin û nirxandin li ser wê bên kirin. Her wiha dê Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 21 endamên jin bê hilbijarin. Di dawiyê de jî dê encamnameyên kongreyê bi daxuyaniyekê bê êşkerekirin.