Çalakiya Emîne Şenyaşar 95 roj in didome 2021-06-11 14:11:59   RIHA - Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya ‘Edaletê’ 95 roj in didomînin. Îro OHD û TOHAV'ê serdana Malbata Şenyaşar kir.    Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, 95 roj in ji bo edaletê li ber xwe didin. Malbata Şenyaşar îro serê sibehê hat li ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiyê kir.   Serdanên ji bo malbatê jî dewam dikin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ên ji Navenda Giştî, ji Nûnertiyên Wan, Stenbol, Amed, Riha û Dîlokê, her wiha endamên Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) li ber edliyeyê serdana malbata Şenyaşar kirin. Hevserokên OHD'ê Îlknûr Akcan û Bunyamîn Şeker jî di nav de gelek parêzer di dema serdanê de amade bûn.   Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji ber serdana heyetê spasiya wan kir û got: "Em bi hêza ji piştgiriya we ya hiqûqî werdigirin li ser piyan e."