ÎHD'ê têkildarî biryara AYM'ê daxuyanî da 2021-06-11 14:08:43     ENQERE - ÎHD'ê têkildarî hinceta AYM'ê ya redkirina serlêdana têkildarî kesên di dema qedexeya derketina derve de li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin AYM'ê di warê temamkirina kêmasiyan de agahî nedaye û pêvajoya hiqûqî didome.    Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû. Têkildarî kesên dema qedexeya derketina derve di “jêrzemîna sêyemîn” de jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz hatibû vekirin û pişt re hatibû redkirin. Hinceta redkirina doza li AYM’ê hatibû vekirin îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Giştî Ozturk Turkdogan têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî da.   Daxuyanî wiha ye:   "Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara AYM’ê ya îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin têkildarî serlêdana ku di 10’ê Sibata 2016’an de bi daxwaza “bergiriya îhtiyadî” kiribûn de ye û wiha hat gotin:"Serlêdanên kesayetî yên Derya Koç û hevalên wê yên di sêyemîn jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan ên binpêkirina mafê jiyanê li AYM’ê cuda cuda didomin."   Serlêdan hat kirin   Derya Koç, Îbrahîm Îverendî, Lokman Bîlgîç, Mûrat Keskîn, Sînan Kaya, Firat Malda, Orhan Tûnç, Meryem Akyol, Mursel Dalmiş, Sitar Ozturk, Mûrat Tûnç, Abdulselam Tûrgût, Fatma Demîr, Emek Aydin, Mesût Ozer, Abdulah Ozgur, Agît Aydin, Bariş Agadir, Sahîp Edîn û Ferhat jiyana xwe ji dest dan, serlêdanên wan ser malbatên wan domandin û anî ziman ku ji ber di serlêdana ewil de negihiştin malbatên ku navên wan derbas dibûn, bi ser 10 kesan serlêdan domandin.   Pêvajo dewam dike    Dema pêvajoya serlêdanê ya AYM’ê berdewam dikir li gel parêzerên bajêr dosyaya Derya Koç û kesên din ên jiyana xwe ji dest dan ên li Dozgeriya Komarê şopandin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara neşopandinê da û dosya şand Şirnexê. Pişt re me bi hevalên xwe yên parêzer ve îtîrazî biryarên neşopandinê yên Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Şirnexê ev îtîraz cuda cuda red kirin. Li dijî biryara redkirinê di demê îtîrazê de ji bo her serlêderî me cuda cuda serî li AYM’ê da. Ev serlêdan hêj jî berdestin û ligel ev serlêdan di salên 2017-2019’an de hatine kirin jî AYM’ê hêj derbarê wan de biryar nedaye.   Serlêdan hîn didomin   Biryara AYM’ê ku îro hat weşandin, derbarê daxwaza “bergiriya îhtiyatî” ku hêj Derya Koç û hevalên wê dijiyan kiriye de ye. Piştî ku jiyana xwe ji dest dan û pêvajoyên dozgerî û dadgeriyê temam bûn me li ser navê malbatan li AYM’ê cuda cuda serlêdan kirin û ev serlêdan hîn didomin. Daxwaza edaletê ya xizmên kesên xwe winda kirin û parazvanên mafên mirovan bi israr didome. "