Li Mexmûrê koma 89'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-06-11 12:02:05   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 89’an dewir girt. 176 roj in çalakî didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 176 roj in berdewam dike îro koma 89'emîn dewr girt.   Li ser navê koma 88’emîn Mamoste Dawût Kar di serî de hemû şehîdên Cenga Azadiyê bi bîr anîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Sedema çalakiya me ya greva birçîbûnê li Mexmûr, li zîndanan û derveyî welat ji bo em bikaribin tecrîta girankirî ya li ser rêberê me tê meşandin bişkînin û tevlî pênvaga ‘Dem Dema Azadiye’ ku hatiye destpêkirin û li tevahî cîhanê belav bûye bibin. Roja me ya îro şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin navenda wê Kurdistane, şerekî giran li ser rêbertiya me gelê me tê meşandin. Ji bo vê yekê tişta ji me tê xwestin divê em di ferqa vê giraniyê de bin û ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Dewlet her ku diçe tecrîta li Îmralî giran dike, ji ber ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo di tirse, li pêşiya kiryarên xwe yên ne mirovî weke kelem dibînin. Lê em Gelê Kurd ne Kurdên berê ne em xwedî Rêbertiyek azad in, em xwedî artêşek serkeftîne û em xwedî bîr û bawerî ne. Em hemû şervanê azadiyê yên niha li çiyayên Kurdistanê li hember dagirkeriyê li ber xwe didin silav dikin û di berxwedana wan de serkeftinê dixwezin."    Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.