Li Êlîhê şahiya dayikan hat lidarxistin 2021-06-10 16:58:59     ÊLIH - TJA ji bo dayikan şahiyek  li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran di bernameyê de axivî û diyar kir ku jina azad civaka azad e û got: “Lazime ku divê em wek jin ji vê pêvajoyê re bikaribin binin bersiv û xwe bi rêxistin bikin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo dayikan,  li Sendîkaya Petrol-Îşê ya Şaxa Êlihê  şahiyek li dar xistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, Dayikên Şemiyê,  Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê ya Êlihê Feleknas Uca, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Şaredariya bajarê Êlihê Songul Korkmaz  û gelek dayik beşdarî bernameyê bûn. Pankarta " Dayik ji bedena xwe jiyanê diafirîne" hate daliqandin.    Di destpêkê de Endama Meclîsa HDP’ê Şukran Çelebî ya ku wek moderator beşdarî bernameyê bû axivî. Şukran diyar kir ku dayikên vê welatê ji bo jiyanek azad û bi rûmet bê jiyan kirin têdikoşin û got: “Em li dû berxwedan û têkoşîna dayikan in. Em vê hêzê ji dayikên ku di vê dozê de li ber xwe didin û têdikoşin digirin. Em dayik serfiraz in, qehreman û bi rûmet in. Em vê hêzê ji wan bigirin û dê mezintir bikin. Gerek em jî li gorî van qeyremanan jiyanek bi rûmet û bi berxwedêr berdewam bikin. Heta ku bigihêjin azadî û aştiyekê mayinde em ê berxwedanê bidomînin.”   Piştî axaftina Şukran sînevîzyonek derheqê dayikan de hate pêşandan.   ‘Dayik hertim pêşengtiya têkoşînê kirin e’   Hevseroka HDP’ê yê Bajar Fatma Ablay jî destnîşan kir ku dayik ji paşerojê de heya niha li pey lêgerîna jiyanek bi rûmet bi azad bûye û got: “Dayik lêgerîna di nav civakê de nin. Li ser xaka Kurdîstanê ku ku dayikên herî dilşewat li ber xwê didin û doza vê têkoşînê dikin. Em ji vir de têkoşîna hemû dayikan silav dikin û pîroz dikin. Di vê welatê de rastiyên wek dayikên Aştiyê û dayikên Şemiyê hene. Em êşa dayikan dibinin û dibin hevparê êşa wan. Ji paşerojê de heya niha dayik pêşengtiya têkoşînê kirin e. Têkoşîna azadiyê ya ku dayik dimeşînin wê rêya me ronî bikin.”   ‘Dayik ji bedena xwe civakê diafirîne’   Hevşaredara Şaredariya HDP’ê Êlîhê Songul Korkmaz jî axivî û got: “Di têkoşîn û berxwedanê de em ê hertim li kêleka dayikan bin. Dayik mamosteyên civakê nin. Ji ber vê divê em bi qasî ji ked û xeyalên dayikan xwedî derkevin. Wekî tê zanîn ev demek dirêj girtî di gereva birçîbûnê de nin. Armanca vê greve rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Divê em xwedî li zindanan derkevin û xwedî li çalakiya girtiyan derkevin. Ji ber ku daxwaza hevalên me yên zindanê daxwaza me ya hemûyan e.”   ’Em ê di vê sedsalê de pêşeroja xwe binivîsin’   Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê  Ayşe Acar Başaran jî axivî û diyar kir ku ev sedsal ji bo pêşeroja gelê kurd wê guhertinan pêk bîne û got: “Em ê di vê sedsalê de pêşeroja xwe binivîsin. Em hemû temaşe dikin ku îro desthilatdar di her aliyê ve êrîşê kurdan dike. Ji bo  li ser sînorên Rojhilata Navîn bê guhertin û gelê Kurd bindest bê û bê maf bê her cûreyên êrîşan dikin. Dibêje pirsgirêka me bi Kurdan re tune ye lê di her aliyê ve êrîşan pêk tîne. Dixwaze koka me tune bike, çand, dîrok û zimanê me tune bike. Destkeftiyên Kurdan a bi her aliyê ve êrîş dike. Lê dibêje pirsgirêka me bi Kurdan re tune ye. Aliyekî ve çiyayê Cûdî dişewitîne aliyek din ve jî li başurê bomberdûman dike, xwezayê qîr dike. Pirsgirêkek sed salî nin ku dibêjin pirsgirêka me bi Kurdan re tune ye."   ‘Dixwazin dengê aştî û demokrasiyê bifetisîne’   Ayşe destnîşan kir ku dixwazin dengê aştî û demokrasiyê bifetisîne û wiha pêde çû: “Em her çiqas rê û rêbazên çareseriyê nîşan didin ew wan hemiyan binpê dikin. Ew tenê armanc dike ku desthilatdariya xwe bidomîne. 40 sal in şer heye li ser vê axê. Pirsgirêka Kurdan heye li ser vê xakê ku divê bê çareserkirin. Çareserkirina vê pirsgirêkê jî ji birêz Ocalan derbas dibe.”    ‘Herî zede jin ji tecrîdê baş dizane’   Ayşeyê bal kişand li ser tecrîdê û got: “Herî zêde jin ji tecrîdê baş dizane. Ji ber ku jin in ku bi salan in di bin tecrîdê de nin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze ku jin di nav çar dîwaran de be. Ji bo ku dixwaze jin bê rêxistin be û azad nebe. Em baş dizanin ku jina azad civaka azad e. Ji ber vê herî zêde jin rastî tundiyê û qetilkirinê tên. Lewra barê herî giran li ser milê jinan e. Lazime ku divê em wek jin ji vê pêvajoyê re bikaribin bersiv û xwe bi rêxistin bikin. Her çiqas êrîş li ser me bên divê em yekitî û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Roj roja ku em yekitiya xwe ava bi kin, roj roja ku em rêya sîyaseta demokratîk vekin."   Bername bi şahî û konsere berdewam kir.