Di 68'emîn meha Komkujiya Garê de banga piştevaniyê hat kirin 2021-06-10 13:26:50     ENQERE - Di axaftina bîranîna 68'emîn a meha Komkujiya Garê de Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der)  Mehtap Sakinci Coşgun ji bo doza careke din hat taloqkirin banga piştevaniyê kir.   Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) têkildarî meha 68’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ku di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de pêk hat, li pêş Gara Enqereyê çalakiya bîranînê li dar xist. Xizmên qurbaniyan, welatiyên ku di komkujiyê de birîndar bûn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakinci Coşgun di bîranînê de axivî. Mehtap, bi bîr xist ku li Amed û Pirsûsê jî komkujiyên wekhev pêk hatin û bang kir ku demildest hemû komkujî werin ronîkirin.   Banga piştevaniyê hat kirin   Mehtap, qala tiştên ku duh di danişîna doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de pêk hatin kir û wiha got: "Hêj li şahidên nû tên guhdarkirin. Rapora mufetîşên mulkiyê jî nû hat rojevê. Lê ji ber tu bandorê li dozê nake daxwazên me hatin redkirin. Şûna ku rêze komkujî bên astengkirin li ber çavan pêk hatin. Em mafê jiyanê û edaletê diparêzin. Em dibêjin “berpirsyartiya cemaweriyê heye’. Em dixwazin ku her sazî û kesên ku di komkujiyê de berpirsyartiya wan hene bên darizandin. 68 meh in em têkoşîna edaletê didin. Wê di 3’yê Îlonê de doz berdewam bike. Heta niha em di nava piştevaniyê de bûn û em hêvî dikin ku wê di pêvajoya pêş de jî piştevanî bidome."   'Em bîrdariyê dixwazin'   Mehtap, qala çêkirina bîrdariya ku tê plankirin li pêş Garê were çêkirin jî kir. Mehtap, xwest ku pêvajoya çêkirina birdariyê bi leztir bikin û wiha axivî: "Em di salvegera şeşemîn a komkujiyê de bîrdariyê dixwazin."   Dayika Korkmaz Tedîk ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Zohre Tedîk jî destnîşan kir ku edalet bi yekîtiyê pêkan e û ji bo danişîna doza komkujiyê banga tevlîbûnê kir. Îshak Kocabiyik ê di komkujiyê de birîndar bû jî diyar kir ku dest ji gotinên aştî, edalet, xwişk û biratiyê bernadin û wiha got:"Heta ku em gotina xwe ya dawî nebêjin, ev danişîn û zext xelas nabin."