Li erdnîgariya kurd ji 1920’î heta 2021’ê rastiya çekên kîmyewî 2021-06-10 09:03:40   Gulîstan Azak   AMED - Ji sala 1920’î heta niha li erdnîgariya Kurd ya bi çekên kîmyewî hat bombebarankirin, komkujiya  mirov û xwezayê didome.   Yek ji pirsgirêkên herî girîng ku aramî û ewlehiya cîhanê tehd dike, çekên kîmyewî ne. Bikaranîna çekên kîmyewî, heta serdema navîn di bikaranîna dumana toksîn û ok a jehrî diçe. Di roja me ya îro de jî di encama geşedanên endustriyê de çekên kîmyewî zêde bûn û wek çekên nukleerê rê li ber bi hezaran mirinê vedike.    Çekên kîmyewî bi şerê duyemîn yê cîhanê re ji aliyê desthilatdariyan ve pir zêde hatiye bikaranîn. Di navbera salên 1963 û 67’an de komkujiya bi çekên kîmyewî li Yemenê pêk hat û di 1988’an de di dema şerê Îran-Iraqê de, Iraqê li li hember Kurdan çekên  kîmyewî bi kar anîn û li Helepçeyê komkujî pêk anîn. Ev tenê çend mînakên ku dewletan li hember gelê xwe pêk anîne.   Şêx Mahmudê Berzencî, Dêrsîm , Helepçe…   Bêguman yek ji gelên ku herî zêde çekên kîmyewî li hember hatine bikaranîn Gelê Kurd e.  Gelê Kurd li ser axa xwe li çar parçeyan hatiye  hatiye dabeşkirin.Yekem sûcê bi gazên jehrî ku li hemberî kurdan hatiye kirin di salên 1920’î de pêk hatiye. Ingilîzan li dijî berxwedana Şêx Mahmudê Berzencî ku navenda wê Silêmaniye, bi balafirên şer gazên jehrî avêtine û di encamê de di navbera  5-10 hezar Kurd de hatin qetilkirin.   Yek ji êşên herî mezin jî Qirkirina Dêrsîmê bû û di wir de jî gazên jehrî hatine bikaranîn. Qirkirina ku 1937’an de dest pê kir di 1938’an de bidawî bû. Di vegotinên mexdurên wê demê de û rayedarên tirk yên para wan di komkujiyê de heye, ev rastî derket holê. Di salên 1920,1937 û 1988’an de  komkujiyên pêk hatin hîna di hişan de ne û li herêmên Kurdan gelek caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.   Bikaranîna çekên kîmyewî didome   Li gorî vegotinên gelê herêmê, daxuyaniyên Saziyên Civaka Sivîl  (STK) û raporên hatine weşandin, bikaranîna çekên kîmyewî û mirina girêdayê vê didomin.    Di rapora ÎHD’ê ya 26’ê Tebaxa 2011’an de, hat diyarkirin ku di navbera salên 1994 û 2011’an de di pevçûnên li herêmê hatine jiyîn de 46 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û di encamê de 437 PKK’iyan jiyana xwe ji dest daye û encamên wê jî di raporê de cih girtin. Piştî salên 2011’an şûnde di operasyonên dersînor de îdiayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, hebûn lê rayedaran her tim ev bê bersiv hiştin. Di salên dawî de di operasyonên Bakurê Sûriye û Herêma Federal a Kurdistanê de dîsa îdiayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn derketin û ev di raporên NY û çapemeniya navneteweyî de jî derketin.   Di 2018 û 2019’an de di êrîşa li hember herêma Efrînê de dîsa îdiayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn derketin holê û vê di raporên NY’ê de jî cih girtin.  Dîsa di operasyonên li hember Herêma Federal a Kurdistanê de jî  îdia derketin holê û rojnameya îngîlîz a Mornîng Star de hat diyarkirin ku  operaysonên li hember Zap, Metîna û Avaşîn de, Artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Her wiha wêneyên cenazeyê PKK’iyekî jî dabûn.     Hilweşînên hawirdorê yên girêdayê şer   Bi pevçûnên dijwar re ji ber bandora çekên kîmyewî û bombeyên hêza wan mezin daristan hatin tunekirin û hatin şewitandin. Neçareseriya pirsgirêka kurd, bi şewitandina daristanan re dibe sedema mirina gelek zindiyan jî. Di 2013’an de bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re, di 2015’an de bi OHAL’ê re bi îlankirina herêmên ewlehiyê û tehdîdkirinê vlakirina gundan zêde bû û li herêman bi dehan cih herêma bi ewle hatin îlankirin.   Dîsa gelê herêmê diyar dike ku şewata daristanan bi zanebûn tê kirin, hewldanên temirandinê jî tên astengkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2015’an de, CHP’ê di 2017’an de û Navenda Lêkolîna Dêrsîmê (DAM) di 2018’an de rapor weşandin û rapor vegotinên gel piştrast dikin.   Tevî hemû geşedanan çavkaniyên cîhanê ji bo şer tên bikaranîn. Tirkiye ji bo lêçûnên operasyonên leşkerî, di nav welatên lêçûna leşkerî dike de di rêzên ewil de ye.   Hiqûqa navneteweyî û bandora wê   Bêçekbûn di hiqûqa navneteweyî de di navbera dîrokên 1899 û 1907’an de di konferansa Aştiyê ya Lahey de hat rojevê. Ev pêvajo piştre bi protokola Cenevreyê ya di 1925’an de hat îmzekirin, bi Peymana Çekên Biyolojîk a di 1972’an de hat îmzekirin û Peymana Çekên Kîmyewî ya di 1993’an de hat Îmzekirin berdewam kir. Lê ji ber kontroleke bi bandor a hiqûqa navneteweyî tune, mirinên girêdayê çekên kîmyewî didomin.