Pervîn Buldan: Heke tecrîd bê şikandin dê faşîzm jî bişkê 2021-06-09 13:24:02     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Konferansa Meclîsa Jinan a HDK'ê axivî û got, ''Heke tecrîd were şikandin wê faşîzm jî bişike."   Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 11’emîn Konferansa xwe ya Giştî li salona Etkînlî Palas Mira ya li Avcilarê li dar xist. Di salona konferansê de, pankartên “Cih ne razî ye, dem ne bê xwedî ye, jin ne bêçare ye”, “Hevgirtina jinan sînoran nas nake”, “AKP di krîzê de ye, jin di berxwedanê de ne”, “Xweparastin nayê darizandin”, “Greva birçîbûnê di roja 195. de ye. Bijî berxwedana greva birçîbûnê” û “Li dijî dewleta zilam em li vir in, em di berxwedanê de ne, em ê serbikevin” hatin daliqandin.   Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û gelek jinên ronakbîr û nivîskar beşdarî konferansê bûn.     Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di konferansê de axivî û bal kişand ser girîngiya konferansan û got: ''Her kongreyeke nû hêzeke mezin dide têkoşîna hevpar a jinan. HDK ya ku li 81 bajaran rêxistiniya xwe kiriye, têkoşîna ji gelek derdoran gihandiye hev û ji bo vê jî avaniyeke girîng e. HDK navendeke wiha ye ku kurd, jin, elewî, hemû çewisandî dikarin lê siyasetê bikin, siyaseta demokratîk di bin vî banî de pêk hatiye û her wiha HDP jî hêza xwe daye vê konferansê. Nexasim têkoşîna jinan ku li nav HDK'ê dikin pir girîng e."   Pervîn, di axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir bi şikandina tecrîdê re faşîzm jî wê bê şikandin û wiha axivî: "'Tevahiya dîroka têkoşîna me yên ku di siyaseta demokratîk de nehatin cem hev hewl dan ku hêza me bişkînin. Partiya me li ber girtinê ye. Tu bingehê vê yê hiqûqî nîne, tekane sebeb siyaseta me ya paqij e û ji ber ku em polîtîkayên gemarî yên desthilatê teşhîr dikin. Nikarin HDP'ê ya ku dengê bi milyonan mirov e rawestînin. Li meydanan, sendoqan, di fikrên jinan de, hezîranan wê dengê gavên HDP'ê bikin. Li dijî tifaqa faşîst a dijminên jinan em li nav HDP'ê rêxistiniya xwe bikin. Dema wê ye ku em li dijî pergala yekreng, talanger, a mêr û mafya bibin yek.''