Zaroka ku hat îdakirin ji pacê ketiye jiyana xwe ji dest da 2021-06-09 12:55:28     MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê zaroka 2 salî ku hat îdakirin ji pacê ketiye, jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê,  zaroka bi navê L.B.(2) ku hat îdakirin ji qata 4’an ji pacê ketiye, bi giranî birîndar bû. Xizmên zarokê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Piştî mudaxaleya destpêkê zarok ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Lê hat ragihandin ku zarokê di rê de jiyana xwe ji dest daye.