Li Cûdiyê dest bi înşaata kalekolê hat kirin 2021-06-09 12:07:15     ŞIRNEX - Agirê bi Qada Deriyê Cebraîl a Çiyayê Cûdiyê ketibû hîn didome û tu mudaxale ji bo vemirandina agir nayê kirin. Ji aliyekî din jî hat hînbûn li Deriyê Mazî yê Çiyayê Cûdîyê dest bi înşaata kalekolê hatiye kirin.   Piştî berdana derbên ji qada leşkerî agir bi herêma Deriyê Cebrail a li derdora Çiyayê Cûdiyê yê Şirnexê ket. Agir her ku diçe belav dibe û li dijî vê yekê jî mudaxale nayê kirin. Her wiha hat hînbûn cerdevanên ji bajaroka Şenobayê û navçeya Qilebanê sewqî vê herêmê tên kirin daran dibirin.    Her wiha hat hînbûn li Deriyê Mazî yê Çiyayê Cûdîyê dest bi înşaata kalekolê hatiye kirin.Bi hinceta înşaata kalekolê bi hinceta "rêya ewlehiye" gelek dar ji kokê hatine birîn.