Ayşe T. a ku bi salan bi tundiyê re rûbirû dima li malê mirî hat dîtin 2021-06-09 10:22:19   AMED - Ayşe T.(40) a dayika 7 zarokan ku duh serê sibê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin, hat diyar kirin ku Ayşe bi salan e ji aliyê mêra ku pê re zewicandî Adem T. ve bi salan bi tundiyê re rûbirû maye.    Ayşe T. (40) a dayika 7 zarokan ku li taxa Bahçelîevler a Navçeya Farqînê ya Amedê dijiya, duh serê sibehê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin. Cenazeyê Ayşe T., ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzloglû. Piştî otopsiye cenazeyê ji bo definkirinê birin navçeya Hazroya Amedê.   Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Ayşe bi salan e ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî Adem T. ve bi îşkenceyê re rûbirû maye. Ayşe ji ber tundiya Adem gelek caran serî li polîsan daye. Herî dawiyê 10 roj berê di navbera Ayşe û Adem de şerek derketiye û ji bo Adem T. biryara dûrxistina 3 mehan hatiye dayîn.