‘Dewletê li hember jinan şerekî topyekun daye destpêkirin’ 2021-06-09 09:06:46   Oznur Deger   ENQERE - Beriya doza ku 33 jin jê dihatin darizandin, hat xwestin daxuyaniyek bê dayîn lê jin hatin derbkirin û binavkirin. Jinan diyar kirin ku ew dest ji Peymana Stenbolê bernadin û wiha gotin: “Tişta me li wir dît ev bû; dewlet gumanbarê şîdetê ye û şîdetê rewa dike.   Di 12’yê tebaxa 2020’an de Platforma Jinan a Enqereyê li navçeya Çankaya ya Enqereyê li taxa Kolej çalakiya "Peymana Stenbolê" pêk anî û rastî mudaxaleya tûnd a polîsan hatibû. Di nav de nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Eylem Akdag jî hebû 33 jin hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin piştî îfadeyê hatin berdan û ji aliyê dozgeriyê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji muxalefeta "qanûna meş xwepêşengan û civînê" a hemar 2911’an îdianame hat amadekirin. Yekemîn rûniştina dozê di 7’ê hezîranê de li 28’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Enqereyê hat dîtin.   Beriya rûniştinê jinên ku xwestin li ber Edliyeya Enqereyê daxuyaniyê bidin rastî mudaxaleya tund a polîsan hatin û 8 jin hatin derbkirin û binçavkirin. Piranî jinên hatin binçavkirin, jinên ji dozê dihatin darizandin bûn û ev jî bû sedema taloqkirina rûniştinê. Jinan bertekên tûnd nîşanê polîs dan.   ‘Dewlet gumanbarê şîdetê ye’   Endama Tora Parastina Jinê Tugba Koçer ku di doza hatiye vekirin de tê darizandin û li ber edliyeyê hat derbkirin wiha got: “Di 12’yê tebaxê de ji bo parastina Peymana Stenbolê me xwest em zincirek jiyanê ava bikin.  Polîsan em binçavkirin û piştre doz li me hat vekirin. Niha ji bo dozê me xwest em daxuyaniyê bidin lê dîsa em rastî mudaxaleya tûnd hatin, em hatin binçavkirin û derbkirin. Jinên ji dozê dihatin darizandin negirtin edliyeyê. Tişta me li wir dît ev bû, dewlet gumanbarê şîdetê ye û şîdetê rewa dike. Çiqas êrîş bikin jî em dest ji jiyan û Peymana Stenbolê bernadin. Em ê heta 1’ê tîrmehê li kolanan bin û dest ji Peymana Stenbolê bernedin.”    Ji Tora Parastina Jinan Aysun Gençtanir jî ku ji heman dozê dihat darizandin, li ber edliyeyê hat derbkirin û binçavkirin. Aysunê daxuyakirin ku li hemû saziyên dewletê serdestiya mêr heye û got ew bi saziyeke ku şîdetê hildiberînin re rû bi rû ne. Piştî êrîşê ewil yên li hember Peymanê em daketin kolanan. Ev peyman di encama têkoşîna jinan de pêk hat. êrîşên li hember peymanê ne munferît an jî tesadufe. Li pişt sedemên polîtîk hene.”   ‘Dewlet êdî bûye rêxistina sûc’   Aysunê daxuyakirin ku serdestiya mêr ji bo rejîmê bûye aliyekî damezrîner û di demên dawî de di alî siyasî de gelek geşedan çêbûne û wiha got: “Tolga Agar, Şîrîn Unal parlamenterin. Parlamenterên AKP’ê ne û kujerin. Li vî welatî kujer rehet digerin. Peymana Stenbolê ji dewletê re dibêje divê kujer bên darizandin. Em piştperdeya vê êrîşê îro jî dibînin. Mirov bawer nakin lê ya rast ev e ku, dema em diçin îfadeyê hêzên ewlehiyê Êrîş dikin û dibêjin hûn nikarin biçin îfadeyê. Doza ku vedikin binpê dikin. Xala 9’an a Peymana Stenbolê dibêje divê ku dewlet bi saziyên civaka sivîl û jinan re hevkariyê bike. Lê ev dibînin ku ev ji holê tê rakirin. Jinan hedef nîşan didin, êrîşdikin. Dewlet bûye rêxistina sûc.”   ‘Tevî êrîşan wê têkoşîn bidome’   Endama Tora Parastina Jinê Gîzem Unsal ya di daxuyaniyê de lêdan xwar jî got ji bo piştgiriya hevalên xwe hatiye ber edliyeyê, lê polîsan ew derb kiriye û got: “Hevalên me yên wê biçûna dozê bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Em tu car dest ji peymana Stenbolê bernadin. Tevî êrîşa polîsan wê têkoşîna me bidome. Em ê di 26’ê Mijdarê de ji bo piştgiriya hevalên xwe dîsa li Edliyeya Enqereyê bin.”