Îstîsmara zayendî carek din hat rewakirin 2021-06-09 09:05:02   Sena Dolar   STENBOL- Desthilatdarî ku bi riya  zewacê sinyalên rewakirina îstîsmara zayendî da, bi pakêta dawî ya darazê re guherînên ku pêşiya îstîsmarê vedike plan dike. Ji TKDF’ê Canan Gullu  got ne pêkan e ku ew li tecawizkirina zarokan temaşe bikin û bertek nîşan da.   Ji 2016’an heta niha bi pakêtên darazê yê ku gumanbarên îstîsmarê jê fêdeyê digirin, mijarên weke temenê zewacê xistin, ji bo gumanbarê îstîsmarê bi riya zewacê, her sal ji aliyê hikûmeta AKP û MHP’ê ve tê rojevê. Îsal wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Derya Yanik, Serokê Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) Suleyman Arslan û ji Komîsyona Edeletê ya Meclîsê parlamenterê AKP’ê Abdullah Guler, di Komîsyona Lêkolîna Diyarkirina Sedemên Şîdeta Li Hember Jinê ya TBMM’ê de ev anî ziman. Piştî van gotinên rayedarên hikûmeta AKP’ê, hat gotin ku wê bi 4’emîn pakêta darazê re di sûcê îstîsmara zayendî de şerta ‘lêgerîna delîlên şênber’ bînin. Pêşnûmeya di 2016’an de anîn rojevê îro dîsa di rojeva jinan de ye.   Zarokên 16 salî bi destûra taybet a dadgehê tên zewciandin   Li gorî xala 103 a TCK û Peymana Der barê Mafê Zarokan a NY’ê de hemû kesê temenê 18 tije nekiriye zarok in. Li gorî xala 104 a TCK’ê kesê li hember zaroka temenê 15 tije kiriye bikeve têkiliya zayendî, ji du salan heta 5 salan dikare bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. Li Tirkiyeyê ku temenê zewacê 18 ye, zarokên di 17 salî de bi destûra dê û bav dikarin bên zewicandin û  yên 16 salî bi destûra taybet a dadgehê dikarin bizewicin. Zewacên di bin temenê 18’î de pêşî li bûyerên îstîsmara zayendî vedike.  Parlamenterên AKP’ê di 17’ê Mijdara 2016’an de pêşnûmeya ‘Bi Qanûna Muhakemeya Cezayê re, Pêşnûme Qanûnan Di hinek Qanûnan de Guherîn bê kirin’ peşkêşî meclîsê kir. Di pêşnûmeyê de hat gotin kesên sûcên îstîsmarê kirine, di rewşa bi mexdûrê re bizewice wê ceza negire. Di 22’ê Mijdarê de serokwezîrê demî yê AKP’î Bînalî Yildirim axivî û got armanca me ev e ku mexdûriyet ji holê rabe’ îstîsmar rewa kir.   Têkoşîna jinan şûnde gav da avêtin   Jinên Kolan terk nekirin li her derê Tirkiyeyê çalakî pêk anîn û gotin tecawiz nikare bê rewakirin û efûya îstîsmarê tune ye. Li ser bertekan di pêşnûmeya wek qanûna îstîsmarê dihat binavkirin de sernavê ku îstîsmar dihewand hat derxistin.   Li 30 bajarî ji jinan çalakî   AKP ku pêvajoya pandemiyê ji xwe re kir derfet di 13’ê Nîsana 2020’an de pêşnûme qanûna înfazê anî rojevê û bi dengên AKP û MHP’ê hat qebûlkirin. Bi vê qanûna înfazê gumanbarên şîdetê hatin berdan. Parlamenterên HDP’ê li dijî vê li odeyên xwe yên meclîsê afîşên ‘têkoşîna jinan li her derê ye’, ‘ efûya îstîsmarê nabe’ daliqandin.  Her wiha jinan li 30 bajarî tevî pandemiyê çalakî pêk anîn. Di 2021’ê de serokê TÎHEK’ê Suleyman Arslan di axaftinek meclîsê de got ‘têkiliyên zayendî yên bê mehr yên di 15 salî de qanûnî ne, lê têkiliyên bi mehr sûc e, ev li dijî rêgeza wekhevî û mafê mirovan e.’ Bi vê awayî zewaca zarokan parast. Hefteya borî  parlamenterê AKP’ê Abdullah Guler di komîsyona edeletê ya meclîsê de mijara efûyê anî rojevê. Wezîra xizmetên malbat û civakî Derya Yanik jî gotibû zewaca zarokên ji temenê 16’yî mezintir ne sûc e.  Seroka Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gullu der barê mijarê de nirxandin kir.   'Gotina gumanbaran xurt dikin tînin ziman'   Cananê da zanîn ku desthilatdarî polîtîka jinê wek ‘alava siyasî’ bi kar tîne û wiha got: “Dema hatin desthilatdariyê di 2006’an de ji bo pêşîgirtina şîdetê giştînameyek weşandin û bi vê re dîmena, teşhîskirina nexweşî û dermankirina wê  hatiye destpêkirin, hebû. Astengiyên li pêş kurtajê, avakirina komîsyona destberdanê, pêşnûmeya tecawizê û efûya înfazê ya dema kovîdê de derketin, vekişîna peymana Stenbolê û li TBMM’ê avakirina Komîsyona Şîdetê, ev hemû di esasê de stratejiya dayîna peymanê a ji bo desthilatdariya xwe mayînde bike ne.Hemû nûnerên hatin komîsyona piştî peymanê hatiye avakirin, hewl didin ku profîleke wekhev û hevdem xêz bikin. Lê ew kesên wê profîlê xêz dikin, hemû jî gotinên ku gumanbaran xurt dikin, bi kar tînin.”   ‘Em hatine dawiyeke ku nikarin jê birevin’   Cananê di berdewamiyê de bi lêv kir ku israra AKP’ê ya ji bo gumanbarê îstîsmarê efû bê, dijhiqûqî ye û bertekên xwe wiha anî ziman: “ Ger hiqûq pêk bihata wê îro evqas rehet tev negeriyabûna. Em hatine dawiya sînorên tehemulê. Pêvajoya em heta îro hatinê, ji bo me hemûyan nokteya dawî ye. Divê her kes bi hemû hêza xwe li dijî biryarên mijara efûyê têbikoşe.”