Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin 2021-06-09 09:03:00   STENBOL - Serê sibêhê li 8 navçeyên Stenbolê operasyoneke hemwext pêk hat û gelek rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpîrsina ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin de derbarê 12 kesan de biryara girtinê hat dayîn. Di çarçoveya biryarê de serê sibehê polîsan bi ser malên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin.    Operasyona ku li Bahçelîevler, Beyoglu, Beykoz û bi tevahî 8 navçeyên Stenbolê pêk hatî polîsan bi ser 11 navnîşanan de girt. Hevserokê HDP'ê ya navçeya Beyogluyê Mehmet Saît Bor jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.