Nobeta Edaletê ya Emîne di roja 92’yemîn de ye 2021-06-08 12:55:33   RIHA - Emîne û Lawê xwe Ferît ên ku nobeta xwe ya "Edaletê" di roja 92'emîn de berdewam dikin, pirsa “Gelo dê kengî qanûn bê bicihanîn? kirin.”   Emîne Şenyaşar a 2 kurên xwe û hevjînê xwe di êrişa xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê di roja 92’yemîn de nobeta xwe ya “edaletê” dewam dikin. Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de, hat ber edliyê û li ber edliyê bi dowîzên “Edalet” li ser nivîsandibûn dest bi nobeta xwe kir.   'Komkujî kirin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir: “Li Meclîsê parlamenterek destê xwe radike û datîne (Îbrahîm Halîl Yildiz) heye! Mantiqa 'dozger bi her awayî di destê me de ne, kes nikare dest me bide' ev sê sal e li Rihayê tê sepandin. Li Nexweşxaneya dewletê komkujî heye!”