Dayikên Şemiyê: Daraz, ji bo berjewendiya mafya-dewletê dixebite 2021-06-05 14:29:21   STENBOL - Dayikên Şemiyê 845'emîn hefteya çalakiya xwe de li aqubeta mirovên kar Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay pirsîn. Dayikên Şemiyê gotin:"Sîstema darazê ji bo berjewendiyên polîtîk û berjewendiya mafya-dewletê dixebite. Polîtikayên di salên 90'î de dihatin pêkanîn didomin. Tiştek neguhertiye."   Dayikên Şemiyê, bi armanca li aqûbeta kesên di bin çavan de winda bûn bipirsin û daxwaza cezakirina bersûcan bikin, çalakiya  xwe ya hefteya 845’emîn, ji ber pandemiyê bi onlîneyê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, pirsa bersûcên karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên di sala 1994’an de, di dema ji otelek semta Yeşîlkoy a navçeya Bakirkoy a Stenbolê derketin, ji aliyê kesên nasnameyên wan ne diyar ve hatin revand û piştî du rojan cenazeyên wan hatin dîtin, kirin û xwestin bên darizandin.    'Li Tirkiyeyê, lêpirsîn û darazek bi bandor tune ye'   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Karsazên kurd ên di sala 1990’an de hatin revandin, tenê hin ji mirovên hatin îşkencekirin e. Li Tirkiyeyê, lêpirsîn û darazek bi bandor tune ye. Qatil li derve digerin. Ger li vî welatî hinek wijdan û edalet mabe, wê qatilên bi hezaran mirov ên li holê ne bên darizandin û hiqûq bê bicihanîn. Ne darizandina van kesan, rizandina darazê ya li vî welatî nîşan dide. Kesên welat bi rê ve dibin, bila baş zanibin ku heya ku qatil û bersûc bên darizandina, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”   'Komkujî bi hevkariya dewletê pêk hat'   Keça Adnan Yildirim Leyla Yildirim jî, anî ziman ku agahiya dewletê ji bo komkujiyê hebû û wiha axivî: “Ev komkujî bi hevkariya dewletê pêk hat. Ev cînayetên siyasî ne. Ev cînayet bi awayekî krîmînalîze hatiye destgirtin û qatil hatine beraetkirin. Beraeta Mehmet Agar jî, bileta vegera qadê bû. Bêguman wê dewlet nebêje ‘em berpirsiyar in.’ Ji bo ku qatilên mîna Mehmet Agar hîna jî xwedî bike.”   Ji Mirovên Şemiyê Rezzan Karaman daxuyaniya çapemeniyê ya heftane xwend û wiha got: “Ji bo ku komkujiyên bi destên dewletê hatine kirin neyên jibîrkirin, 845 hefte ne em têdikoşin. Daxuyaniyên weke îxbarên sûc ên li tevahiya cîhanê bên hesibandin, mixabin li Tirkiyeyê tu encameke hiqûqî dernakeve holê. Karsazên kurd Savaş Bûldan, Adanan Yildirim û Haci Karay di derketina otelekê de tên binçavkirin û ji wan re tê gotin ku ‘em ê îfadeyên we bigirin û dûre we serbest berdin.’ Lê dûre tu agahî ji wan nayê girtin. Ligel hemû îtîrafan jî bersûcên wan hatin beraetkirin û tu encam nehat bidestxistin. Daxuyaniyên serokê rêxistina çete ya girêdayî dewletê Sedat Peker rizandina di saziya dewletê de datîne holê. Lê em dibêjin, çend sal derbas dibin bila bibin, em ê ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay û hemû windahiyên xwe daxwaza xwe ya edaletê dewam bikin.”