Memûrên girtîgehê: Tu yê ji du rojan carekê îşkenceyê bibînî 2021-06-05 11:41:22   AMED - Têkildarî agirê bi Girtîgeha Jinê ya Amedê ket û îşkenceyên li wir tên kirin heyetek hat avakirin û bi Şukriye Gezgin a girtî hevdîtin pêk hat. Piştî hevdîtinê rapor hat amedekirin. Di raporê de hat ragihandin memûrên girtîgehê ji Şukranê re gotine, "Tu yê ji du rojî carekê îşkenceyê bibînî."   Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Komeleya Jinê ya Rosayê  têkildarî agirê bi Girtîgeha Jinê ya Amedê ket û îşkenceyên li wir tên kirin raporek amade kirin. Di raporê de hevdîtina bi Şukriye Gezgin a girtî re jî cih girt. Îşkence, heqaret, muameleya ne baş, gefxwarina Şukriye pê rû bi rû maye di raporê de cihê xwe girt.    Di raporê de hat ragihandin li ser rû li ser laşê Şukriyeyê birînên bi çavan tên dîtin hene.    Di raporê de ev tespîtana cih girtin:   “*Li ser rû li ser aliyê çepê yê beşa eniyê şopa lêdanê û birînên wekî xêzikan hatin tespîtkirin,    * Li ser aliyê rastê yê eniyê werimandineke hîn nû hat tespîtkirin,    *Li ser aliyê rastê yê piştê nêzî 4 tiliyan lekeyeke sor (hat diyarkirin şopa jopê ye) hat tespîtkirin,    * Li ser herdu destan werimandin hat xuyakirin,   * Li ser tiliyên her du destan werimandin hat xuyakirin,   *Li ser piy birîn hat dîtin (Bi camê ev birîn çêbûne),   *Her wiha dîsa li ser milê rastê birînên berê hatine dîtin,    *Li ser gîzoka wê lekeyên sor hatin dîtin.    *Şukriyeyê diyar kir ji ber ji serî lêdan xwariye paşiya serî werimîye.     *Şukriyeyê diyar kir di 1'ê Hezîranê de saet di 14.00'an de ji aliyê memûrên girtîgehê ve  lêdan xwariye.   *Şukriyeyê diyar kir di 31'ê Gulanê de xwarina bi şev ji bo wê nehatiye dayin û wê jî xwarinên roja din jê re hatiye qebûl nekiriye.   Di raporê de beyanên Şukriyeyê jî cih girtin. Li gor beyanê Şukriyeyê memûrên girtîgehê îşkence û heqaretên giran lê kiriye. Her wiha Şukriyeyê diyar kir ew bi binpêkirina mafan rû bi rû tê hiştin û wê dixin hucreya yekkesî.    'Divê cezayê pêwist bê dayin'   Heyetê di encama lêkolînên kir de da zanîn Şukriye ji aliyê memûr û personelên girtîgehê ve hatiye îşkencekirin, bi gefxwarin, muamelaya nebaş rû bi rû hatiye hiştin. Her wiha hat gotin îşkenceya kêfî li Şukriyeyê hatiye kirin. Her wiha heyetê da zanîn divê derbarê memûr û personelên girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin û divê cezayê pêwist bê dayin.