‘Divê her kes li dijî tecrîdê rabe ser piyan’ 2021-06-05 09:07:41   Habîbe Eren   STENBOL - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknur Alcan der barê kampanyaya îmzeyan ya ‘Em nabin hevkarê vî sûcî’ ya ku ji bo hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê destpêkirin û 768 hiqûqnasî îmze kiriye de, axivî û got: "Ji bo welat demokratîk be divê tecrîd bê şikandin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 1999’an de bi komployek navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin,  şûnde hevdîtinên ku mafê qanûnî ne dem bi dem bi saya çalakiyên girseyî pêk hatin. Di 2011’an de piştî hevdîtina parêzeran şûnde Buroya Hiqûqê ya Asrinê 8 sal şûnde yekem car di Gulana 2019’an de bi muvekîlê xwe re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan di 2019’an de bi 5 parêzerî re hevdîtin kir û di 2020’an de yekem car mafê telefonê bi kar anî. Mafê hevdîtina telefonê ya duyem jî 4 deqeyî berdewam kir.   Cezayên dîsîplînê ji bo hevdîtinan asteng e   Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta ku Abdullah Ocalan di 2009’an de parêznameya xwe şandiye Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û bi hinceta amadekirina nexşerê, di 23’yê Îlona 2020’an de 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû. Piştî pêvajoya qedexeyê temam bû parêzeran dîsa serlêdan kir û di 20’ê Çileyê 2021’ê de derket holê ku cezayek dîsîplînê ya nû hatiye dayîn. Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan didome û girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca rakirina tecrîdê di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir û di roja 191’ê de didome.   Ji hiqûqnasan kampanyaya îmzeyê   Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) der barê tecrîda giran û agahiyek ji Îmraliyê nayê girtin de bi sernavê ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ kampanya dan destpêkirin.   768 parêzer û hiqûqnasî bi îlana ku dan rojnameya Yenî Yaşam kampanya aşkera kirin û daxwaz kirin ku pêşiya hevdîtîna parêzeran ji Abdullah Ocalan re bê vekirin. Di metnê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan ji 7’ê Tebaxê de ye bi parêzeran re hevdîtin nekiriye û got pêkanîna vê daxwazê esasa dewleta hiqûqî ye. Di nav kesên ku îmze avêtine metnê, hevserokên giştî yê dema berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hevseroka giştî ya komeleya mafê mirovan Eren Keskîn û  parêzerên buroya Hiqûqê ya Asrinê jî cih digirin.   Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknur Alcan der barê kampanyayê û pergala Îmraliyê de axivî.   ‘Pergala Îmraliyê di hiqûqê de tune ye’   Îlknurê da zanîn ku pergala Îmraliyê li dij hiqûqê ye, lê bi awayekî fîîlî bi salane didome û ev tişt vegot: “Pergala tecrîda Îmraliyê hem li dijî hiqûqa Tirkiyeyê hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye. Li Tirkiyeyê di destûra bingehîn di qanûna înfazê de mafên tên nasîn hene. Di qanûnan de hatiye diyarkirin ku  mafê hevdîtinê ya malbat û parêzeran çawa bi girtiyan re çêdibe. Li dij rêgeza wekheviyê pergala Îmraliyê pêk tê. Piştî 2011’an bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Di 2019’an de bi giştî 5 hevdîtin hatin kirin. Piştre dîsa tecrîd ket dewrê.  Hevdîtina bi parêzeran, bi malbatan re, hevdîtina bi telefonê, şandina name û faksan tune ye. Hemû kanalên ragihandinê hatine astengkirin.”   Îlknurê balkişand ser hevdîtina telefonê ya ku di 27’ê Nîsana 2020’an de pêk hatiye û daxuyakirin ku dozgerî gazî birayê wî Mehmet Ocalan dike û hevdîtinek telefonê pêk tê. Îlknurê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pêkanînek wisa tune û tu girtî bi hevkariya dozgeriyê bi malbatê re hevdîtina telefonê nake û ev newekheviyeke mezin e.   ‘DMME wek îşkenceya sîstematîk qebûl dike’   Îlknurê di berdewamiyê de wiha vegot: “DMME, astengkirina mafê ragîhandina girtiyan sûc qebûl dike. Ev pêkanînên li girtîgehê, xala 3’yemîn a DMME’ê bi aşkera binpê dike. Me wek OHD'ê kampanya da destpêkirin. Nêzî 70 parêzerî îmze dan. Me xwest ku hevdîtina parêzeran a bi Birêz Ocalan re pêk bê. Pêkanînên li Îmraliyê dest pê dikin li hemû girtîgehan belav dibe. Astengkirina hevdîtinan li dijî hiqûqê ye. Kes ji ber girtiye nikare ev mafên wan ji destê wan bê girtin. Parêzer kesên ku van kontrol dike ne. Birêz Ocalan jî di hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe re dibêje ku ev dijhiqûqî ye. Wî jî pir zelal gotiye ku divê bi parêzeran re hevdîtinê bike.”   ‘Tecrîd pîvana polîtîkayê ye’   Îlknurê destnîşan kir ku pergala tecrîdê di jiyana xwe de jî dibînin û wiha dirêjî dayê: “Mînak li Îmraliyê pirtûk hatin sînorkirin piştre li hemû girtîgehan belav bû. Îro pandemiyê dikin hincet û pirtûkan nadin. Tecrîd hemû atmosfera welat diyar dike. Tecrîd li welat wek pîvana polîtîkayê tê qebûlkirin. Divê hemû hiqûqnas û welatî xwedî li vê kampanyayê derkevin.”