Jin 'ji bo jiyaneke hevpar' wê di formê de bên gel hev 2021-06-04 15:26:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya Konferansa Demokrasiyê jin di formekê de tên gel hev. Beriya forma ku wê bi rêya onlînê bê lidarxistin jinan banga tevlibûnê kir.    Beriya Konferansa Demokrasiyê jin di formekê de tên gel hev. Di banga ku ji alyê Koma Xebatê ya Jinan de hat kirin, ji bo konferansa ku wê bi rêya onlîne bê kirin banga tevlibûnê hat kirin.    Di forma ku wê di 8'ê Hezîranê saet di 20.30'ê de bê kirin de wê jin li ser mijara "Dixwazin li welatekî çawa bijîn" bisekirin û bernameya xwe ya têkoşîna bi hev re zelal bikin.    Di daxuyaniya ku ji bo tevlibûna formê hat dayîn de wiha hat gotin: "Di 8'ê Hezîranê saet di 20.00'ê de em ê li forma jinê bên gel hev. Tevlibûna we ya formê û fikrên we yên ku hûn bînin ziman wê hêzê bide têkoşîna demokrasiyê."