Jin dê ji bo peymanê derkevin kolanan 2021-06-04 13:58:03   AYDIN - Platforma Jinê ya Kuşadasi li dijî feshkirina Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin û di çalakiya xwe de diyar kirin ku dê berî 1'ê Tîrmehê û piştî wê derkevin kolanan. Jinan ji bo 1'ê Tîrmeha ku dê bi fermî ji Peymana Stenbolê bê vekişandin banga derketina kolanan kirin.    Endamên Platforma Jinê ya Kuşadasi li dijî feshkirina Peymana Stenbolê bi jinan re li Qada Kaya Şavkay hatin gel hevdu û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî tundiya dewlet mêr em serî hildidin" hat hilgirtin û dirûşmên "Ne edaleta mêr edaleta rast","Peymana Stenbolê dide jiyîn","Peymana Stenbolê ya me ye em dev jê bernadin" hatin berzkirin. Li ser navê jinan Selver Savran, Işik Arcan û Meliha Şeref daxuyanî dan.   'Biryara feshkirinê hewildana dijminatiya jinê ye'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin feshkirina Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye û wiha hat gotin:"Feskirina Peymana Stenbolê tê wateya binpêkirina azadî û mafên bingehîn in. Biryara feshkirinê hewildana dijminatiya jinê ye. Ev yek tecawizkar, ên destdirêjiyê dikin wêrektir dike. Her wiha li ser kujer û bersûcên jinan lêkolîn nayê kirin û ev jî bersûcan wêrektir dike. Çav bera destkeftiyên me yên nafaka û wekî din dikin. "   Banga ji bo derketina kolanan   Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ew ê jin ji bo jiyan û li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin û hat gotin:"Ji bo em daxwaza xwe ya ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê bikin em ê heta 1'ê Tîrmehê li kolanan bin. Em li hemû jinan dikin ku derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin."