Kesên ji bo mîtînga ziman dixwazin bên Wanê tên astengkirin 2021-06-04 13:16:44     WAN - Kesên ku ji bo mîtînaga wê bi dirûşma, "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê" û " Bia sedsala 21'emîn bibe sedsala zimanê kurdî" ku wê li Parka Musa Anter bê lidarxistin xwestin ji bajarê derdorê bên Wnaê tên astengkirin. Kesên ku hatin astengkirin çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Tora Ziman û Çanda Kurdî, di çarçoveya kampanya ku di 22'yê Sibatê de ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî dabû destpêkirin de bi dirûşma, "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê" û " Bia sedsala 21'emîn bibe sedsala zimanê kurdî" dê li Wanê îro mîtîngê pêk bîne. Beriya mîtîngê kesên ku ji bajarê derdorê xwestin bên Wanê hatin astengkirin.    Partîzanan çalakiya rûniştinê li dar xist   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîda Agiriyê ku xwest derbasî Wanê bibe li Ebxa Wanê hatin astengkirin. Partîzanên hatin astengkirin çalakiya rûniştinê li dar xistin û rewş şermezar kirin.  Bendemayîna partîzanan berdewam dike.    Herwiha hat diyarkirin ku wê li navçeya Rêya Armûşê jî saet di 13.00'an de hevdîtin bê kirin û daxuyanî bêdayîn.