'Bêyî muayeneya doktor derman didin girtiyan' 2021-06-04 12:50:23     AMED - Girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dmînin derbarê binpêkirinên mafan de bi nameyeke ku şandin serî li şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan.    Girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dimînin derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de di 2'yê Hezîranê de nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê re şandin û serlêdan kirin. Di serlêdana ku hatin kirin de girtiyên jin pirsgirêkên ku di warê Covîd -19 de dijîn û binpêkirinên mafan vegotin.     Gelek tişt hatine qedexekirin   Girtiyan di nameya ku ji ÎHD'ê re şandin de, gotin ku bi hinceta pandemiyê, hevdîtina vekirî, spor û xebatên wekî kursan ku dihatin dayîn hatine qedexekirin. Herwiha li gel ku tê xwestin di navberê de mesafe hebe jî di dema birin û anîna nexweşxaneyê de gardiyan guh nadinê û cotkelepçeyê bi kar tînin. Herwiha jinan diyar kir ku di dema lêgerîna li qawîşande jî qerdiyan li dijî qedexeyên  pandemiyê tevdigerin û lêgerîna li qawîşan zêde tê kirin. Jinên girtî diyar kirin ku ji ber van sersariyên raydaran testa gelek girtiyan Covît -19 pozîtîf derketiye. Hin girtî jî li gel ku gûmana bi şewbê bin heye jî testa wan nayê kirin.    'Personelê tendirustiyê tenê rojekê li girtîgehê dimîne'   ÎHD'ê derbarê nameyên ku ji girtîgehan tên de wiha got, "Di nameyan de tê gotin ku nexweşên ji şewbê pak dibin jî di qawîşên girtiyên ku testa wan pozîtîf derketiye de tên hiştin.  Di nameyan de tê gotin ku  hin girtiyên bi şewbê jî dema ku ji bo nexweşxaneyê didibin dikin rîngê û bêyî ku ji rîngê daxînin bibin nexweşxaneyê bêyî ku ji rîngê bên peyakirin ji aliyê peywirdanên girtîgehê ve dermanê wan tên dayîn û carke din vedigerînin girtîgehê. Girtî dibêjin ku di tendirustvan tenê yeke heye li girtîgehê, ew jî di nava hefteyê de dimîne û dawiya hefteyê namîne. Pirsgirêkên ku di nameyê de hatine nivîsandin xeteriya li girtîgehan li ber çavan radixe.    Bi girtiyên nexweş li qaqîşan paqijiyê dikin   Girtî diyar dikin ku bi rêk û pêk tendirustiya wan nayê şopandin û ji bo hemû nexweşên bi şewbê heman cîha tên bikaranîn. Li  gel vê jî di rewşa karantînayê de guh nadin hijyenê û ji bo kesên bi şewbê fêkî û sebzeyê ku jê sûdê bigirin nadin girtiyan. Herwiha paqijiya qawîşna jî bi girtiyên nexweş tê kirin. "    Bi girtiyên jin re hevdîtin hat kirin   Piştî nameya ku girtiyan şand heyetek ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Amedê çû girtîgehê û bi jinên girtî re hevdîtin kir.   ÎHD'ê  derbarê binpêkirinên mafan de serlêdan kir     ÎHD'ê piştre ji Wezareta Edaletê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa tirk re nivîs şand. Herwiha ÎHD'ê derbarê mijarê de bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Amedê serî li serdozgeriya têkildar da.