Elîf Harran: Daxwaza girtiyan daxwazek meşrû ye 2021-06-04 09:04:40     Rojda Aydin   AMED - Hevseroka Med Tuhad-Fed’ê Elîf Harran diyar kir ku divê tecrîd û binpêkirina li Îmraliyê û hemû girtîgehan bi dawî bibe û ev bangawazî kir: “Divê mafê tendûristî û jiyanê yê girtiyan bê dayîn. Daxwaza girtiyan daxwazek meşrû ye.”     Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F’ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, her ku diçe giran dibe. Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û çalakiya grevê 190  roj e berdewam dike.   Hevseroka Federasyona Komalên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê(Med Tuhad-Fed) Elîf Harran der barê grevên birçîbûnê de nirxandin kir.   ‘Hemû civak di bin bandora tecrîdê de ye’   Elîfê, têkildarî tecrîda ku 22 salin hatiye girankirin de anî ziman ku tecrîd bandorê di serî de li gelê kurd û bi giştî li hemû gelên li Tiriyeyê dike û got: “Bi girankirina tecrîdê re qeyrana aboriyê, komkûjiya jinê û tecawiza li dijî zarokan jî zêde bû. Tecrîd bi gelemperî bandorê li ser hemû qadên jiyanê û civakê dike. Em nikarin bibêjin ku tecrîd îro bi tenê li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Dema mirov dinêre hemû civak di bin bandora tecrîdê de ye. Îqtîdara AKP’ê bi tecrîdê dixwaze kesên mûxalîf û gelê kurd bêdeng bihêle û terorîze bike. Ev jî hemû ji ber tecrîda li Îmraliyê pêk tê. Piştî ku birêz Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê kaosek dest pê kir. Ev 22 salin tecrîd her ku diçe giran dibe û her wiha qeyranekî civakî tê jiyîn. Her wiha ev qeyran bandorê li hemû Tirkiyê dike.”   ‘Li dijî tevgera azadiya kurd êrîşek heye’   Elîfê, destnîşan kir ku îqtîdara AKP-MHP’ê bi girankirina tecrîdê re kaosek ava kiriye û wiha domand: “Îqtîdara AKP-MHP’ê dema ku kaosek ava dike, an jî dema bixwaze girseyên qadên dinê jî ber bi xwe ve bikişîne û dema pêdiviyê bibîne hevdîtinê pêk tîne. Ev 5 salên dawiyê ye li ser birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Ev jî diyar dike ku îqtîdara AKP’ê dema bixwaze bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk tîne. Bi tecrîda girankirî dixwazin di aliyê derûniyê de bandorê li ser civakê bikin. Bi tecrîda tê kirin re dixwazin gelê kurd çavtirsandî bikin.”   ‘Îqtîdara AKP’ê naxwaze dengê girtiyan bibihîze’   Elîfê, bi bîr xist ku di sala 2018’an de ji ber tecrîda girankirî bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin û îro jî bi heman daxwazê li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’î de greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kiriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Çalakiya ku di sala 2018’an de dest pê kir 200 roj domiya bû û di dawiyê de bi birêz Ocalan re hevdîtin hatibû kirin.  Lê mixabin piştî wê hevdîtinê şûnde tecrîd carekedin giran bû.  Di girtîgehan de girtî vî barê giran digirin ser milên xwe. Li dijî tecrîdê di 27’ê Mijdarê de carekedin çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye. Ji bo tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan bên bidawîkirin ev çalakî hatiye destpêkirin.  Hemû cihan û rayagiştî ji greva birçîbûnê agahdare. Greva birçîbûnê îro hem li Tirkiye, Yewnanîstan û Mexmûrê jî berdewam dike. Îktîdara AKP’ê jî li hemberî çalakiya grevê bêdengiya xwe berdewam dike. Îktîdar bi xwe jî baş dizane ku li dijî tecrîdê têkoşînek tê meşandin. Bi taybetî jî piştî ku greva birçîbûnê dest pê kir şûnde li ser girtiyan binpêkirina mafan û tecrîd girantir bû. Her wiha rewşa girtiyên nexweş jî her ku diçe giran dibe. Ji aliyê hikûmetê dî sa li hemberî wê jî bêdengiyek heye. Lê belê malbat, sazî û dezgeh jî ji greva birçîbûnê re bêden namînin. Wezîrê edaletê jî bêdengiya xwe didomîne. Sedema qeyrana civakî û aborî, qirkirin tundî destdirêjî û tecawiza li zarokan û tecrîd e."    ‘Li Tirkiyê de qeyranek heye û çareseriya vê li Îmraliyê ye’   Elîfê, balkişand ser qanûna înfazê jî û ev tiştan anî ziman: “Di vê pêvajoya pandemiyê de qanûna înfazê kirin meriyetê. Bi vê qanûnê dijminatiya li dijî kurdan û siyasiyasetmedaran carekedin derket holê. Ji ber vê qanûnê girtiyên ku divê bên tahliyekirin nayên tahliyekirin. Ji ber girtî ketine greva birçîbûnê an jî ji ber dirûşmeyan berz dikin cezayê disîplînê li wan tê birîn . Girtiyên ku cezayên wan xilas bûne bi awayek kêyfî tên sekinandin. Ji ber vê yekê jî rêvebiriya girtîgehê ji girtiyan re dibêjin dev ji grevê berdin an jî hûnê van cezayan bigirin. Bi van cezayan dixwazin vîna girtiyan bişkînin. Girtî ji ber fikrên xwe hatine girtin lê poşmaniyê li girtiyan didin ferz kirin. Lê  girtî hemû mafên xwe bi çalkiyan bi dest dixin. Li Tirkiyê  qeyranek heye û çareseriya vê jî li Îmraliyê ye. Li girtîgehan polîtîqaya cezakirinê tê meşandin.”   'Dengê girtiyan bibihîzin'   Elîfê di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir ku deng girtiyan bibihîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê mafê tendûristî û jiyanê yê girtiyan bê dayîn. Banga me ji hikûmeta AKP-MHP’ê û wezîrê edaletê re ew e ku divê mafê jiyanê yê girtiyan bêparastin. Daxwaza girtiyan daxwazek meşrû ye. Divê demildest daxwaza girtiyan bi cih bê. Îqtîdara AKP-MHP’ê, wezîrê edaletê, partiyên siyasî û CPT divê dengê girtiyan bibihîzin û tecrîdê bi dawî bikin.”