ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-04 09:00:00     * Di 7'ê hezîranê de bi dirûşma "Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” li Amedê mîtîngek tê lidarxistin. Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe, diyar kir ku perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn e û got: "Mesela li welatên din pirzimanî heye di aliyê fermiyetê de. Pirzimanî pir rengî ye, pir çandî ye. Zirara pirzimanî jî nagihêje tu kesek re.” BI DÎMEN    * Jin bi salan e li dijî rolên zayendî têkoşînekê didin da ku li her qadê cih bigirin. Yek ji van mînakan jî Eyşê Başboga ya karê komirê dike ye. Ji bo debara xwe bike komirê distîne, dixe torbeyan û li xwaringehan belav dike. Eyşê balê dikşîne ser têkoşîn û keda jinê û dibêje jin dikarin her karî bikin. BI DÎMEN   *"Lê hewldana jinê ya ku edeletê bi hestan fêm dike û bi nirxên xweş re tîne gel hev, deriyê cîhaneke bi edelet vedike. Hiqûqa ku edeleta cîhanê pêk tîne wê bê rewşa mijareke hunerê û her carê wê bibe hewldana dîtina ya xweş e. Di encamê de jin ji bo cîhaneke hîn bêtir xweş li her erdnîgariyê dengê berxwedane bilind kirine." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Hevseroka Med Tuhad-Fed’ê Elîf Harran diyar kir ku divê tecrîd û binpêkirina li Îmraliyê û hemû girtîgehan bi dawî bibe û ev bangawazî kir: “Divê mafê tendûristî û jiyanê yê girtiyan bê dayîn. Daxwaza girtiyan daxwazek meşrû ye.” BI DÎMEN     *Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Stenbolê Şukran Erdogdu şîdeta mêr ya bi pandemiyê re zêde bû û polîtîkayên bêcezabûnê nirxand û da zanîn ku ji ber jin nikaribûn ji malê derkevin, nikaribûn xwe bigihînin edliyeyan û ji ber piştgiriyek baş ji polîsan negirtine, di xwegîhandina edeletê de pirsgirêk hatine jiyîn. BI DÎMEN