Li Amedê civîna jinan: Têkoşîna jinan dê îqtîdarê hilweşîne 2021-06-03 16:53:37   AMED - TJA û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê bi endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê re civiyan û bernameyek li dar xistin û bal kişandin ser geşedanên pêvajoyê.    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêzana Amedê bi endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê re civiyan. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek kes tevlî bernameyê bûn.    Huda Kaya di bernameyê de axivî û  bal kişand ser zext û zordariya li hemberî jinê û got: "Ji ber zaliman bi sedan jin bedelên giran didin. Em jinên ku li her qadê têdikoşîn, li zindanan li ber xwe didin silav dikin. Dawiya zaliman hatiye. Têkoşîna jinan dê îqtîdara mêran hilweşîne."   Bernameya jinan bi nîşandana sînevizyon û belavkirina qurnefîlan bi dawî bû.