Ezgî Mola: Wê heskirin me rizgar bike 2021-06-03 15:22:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Ezgî Mola ya ku bi hinceta heqaret li tecawizkar Musa Orhan kiriye derbarê wê de doz vekirin û ji ser medya civakî piştgiriyeke mezin dît, peyama," Wê heskirin me rizgar bike da."   Ezgî Mola ya ku bi hinceta heqaret li  çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê kirye derheqê wê de li 31'emîn Dadgeha Cezayê Esliyê ya Enerê doz hat vekirin û jê re ji 2 salan heta 4 salan ceza tê xestin li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da.    Ezg, wiha got, "Her ku ez dibînim ne bitenê me ez gelek kêfxweş dibim. Ez spasiya we hemûyan dikim, gelek ji we hez dikim û dizanim ku wê heskirin me rizgar bike."