Pitika bi nexweşiya SMA jiyana xwe ji dest da 2021-06-03 15:07:12     ÊLIH - Pitik Elîf ku demeke dirêj bû tedawiya nexweşiya SMA didît, jiyana xwe ji dest da.    Pitika 12 mehî Elîf Eva Tehna ku demeke dirêj bû li Êlihê tedawiya nexweşiya SMA  didît, jiyana xwe ji dest da. Îro serê sibehê rewşa Elîfê giran bû û malbata wê ew rakir nexweşxaneyeke taybet a li bajêr. Li vir rexmî hemû mudaxaleyên ku lê hatin kirin jî Elîf nehat xelaskirin. Piştî karê otopsiyê dê Elîf li Goristana Asrî ya li navenda bajar bê veşartin.