Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar berdewam dike 2021-06-03 12:07:27   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku çalakiya xwe ya bi daxwaza "edaletê"  87 rojin didomînin diyar kirin ku parastina kujeran sûc e û di berdewamiyê de wiha gotin “Li nexweşxaneyê 23 kesên komkujî pêk anîne û hatine tespîtkirin demildest bidarizînin.”    Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza “edaletê” 87 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê digirin. Malbat serê sibê zû hat ber avahiya edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir.    Malbata Şenyaşar ji bo daxwaznameya ku derbarê 23 kesên ji komkujiyê berpirsiyar in û hatine tespîtkirin radestî Serdozgeriyê bikin derbasî avahiya edliyê bûn. Malbata Şenyaşar ji bo ku ev kes werin darizandin heta îro gelek daxwazname da dozgeriyê. Malbatê diyar kir ku ew nikarin xwe bigihînin dozgerê li dosyeyê dinêre û muxatab nabînin. Malbat ji bo daxwaznameya xwe bide dozgeriyê li avahiya edliyê sekiniye.    ‘Sucdaran darizînin’    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya civakî bi hashtaga “#ŞenyaşarAilesineAdalet (#JiMalbataŞenyaşarReEdalet)” ev peyam parve kir: “Parastina kesên sûc kirine, astengkirina darizandina wan jî sûc e. Dest ji hevkariya sûc û kirina sûc berdin. 23 kesên li nexweşxaneyê komkujî pêk anîne û hatine tespîtkirin demildest bidarizînin.”