'Ji bo xerckirina 10 quruşî em deh caran difikirin' 2021-06-03 09:01:30     Medya Uren   MÊRDÎN - Gundiyên ku ji qeyranê û ji hişkayiyê bi bandor bûne gumanên xwe yên ji bo pêşerojê parve kirin. Gundiyên bal kişandin ser texrîbatên qeyrana aboriyê wiha gotin:"Li ser hev bûyer qewimîn û her diçe rewşa me xetertir dibe. Ji ber qeyrana aboriyê di roja îro de ji bo xerckirina 10 quruşî em deh caran difikirin."   Qeyrana aborî, şewba koronoyê bi ser hev de tevahiya welat xist nava rewşek xeter. Lewra îsal bi hişkayiyê re ev rewş ber bi xirabbûnê ve jî diçe. Gundiyên kedê didin jî di bin bandora qeyranê de dimînin. Jinên bi navê Xeyriye Aynwart û Berîvan Çankaya yên ku li Gundê Selha yê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê dimînin têkildarî qeyranê axivîn û gumanên xwe yên di derbarê pêşeroja xwe de bi lêv kirin.   'Polîtikaya xizankirinê tê meşandin'   Xeyriye Aynwart a ku yek ji xwecihên gund e têkildarî rewşa aboriyê de wiha got:"Qeyrana aborî û qeyrana tendirustiyê bandoreke mezin li ser civakê dike. Welatî birçî dimînin. Êdî gihiştiye asta xelayê. Lewra di rewaşa asayî de yên ku herî zêde ji qeyranê bi bandor nedibûn gundî bûn. Lê di roja îro de ev rewş bi zêdahî hatiye guhertin. Êdî gundî tên xizankirin. Polîtîkayek a xizankirina wan tê meşandin. Berê rewşa me baş bû û me bi xwe debara xwe dikir. Pêwîstiya me bi cihekî nedima. Dema em îro temaşe dikin her tişt berovajî bûye."   'Wê sewal û mirov birçî bimînin'   Xeyriyeyê diyar kir ku rewşa wan a aboriyê her ku diçe zêde xirabtir dibe û wiha berdewam dike:"Gundê me debara xwe bi çandinî û lawirvaniyê dikin. Ji ber vê sedemê em gelek bi bandor nedibûn. Lê gund kirin weke kuçe û şert û merc lê hatin guhertin. Her ku çû em jî weke bajarekî mesrefê dikin. Em fêrî mezaxtinê bûne. Bi çandinî û sewalkariyê pêwîstiya mirov bi firoştgehan zêde namîne. Jixwe em hildiberînin û xwe jî têr dikin. Bi ser qeyranê re îsal baran nebarî û vê jî gumanên me zêdetir kir. Rewş wiha dewam bike dê sewal û mirov jî birçî bimînin."   'Her sala diçe xerabtir dibe'   Bêrîvan Çankaya jî têkildarî debara gundiyan wiha axivî:"Li gundan teva sewalkarî û karê erd tê kirin. Lê li Selhê hemû debara me li ser van karan e. Wekî din kêmek ciwan di karên cuda yên bajaran de dixebitin. Bi zêdahiya ciwanan jî karê gundê xwe dikin. Gelek kes ji wan jî, ji bo bibin xwedî pîşe dibistanan dixwînin. Lewra ewqas keda wan vala derbas dibe. Ji ber ku bi her awayî nayên girtin. Belkî jî ev polîtîkayek taybet ên li ser ciwanên kurmanc tên meşandinê ye. Aboriya me pir ne xirab bû, lê her sala ku diçe em xwezî li ya berê tînin."   'Em niha rewşa herî xirab a qeyranê dibînin'   Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha li ser aboriyê diaxive: "Ger rewş ev jî be ji me re çandinî û sewalkarî pir girîng e. Em li vir bi taybet sewalên mezin xwedî dikin ango çandinî jî weke nîsk, genim, nok û weke din diçînin. Lê êdî em nikarin tenê bi vê yekê re debara xwe bikin. Ev pêvajo bêhtir dixwaze. Dibistan, ceyran, av, rê weke din bi hezaran pêwîstiyên me çêdibin. Em niha rewşa herî xirab a qeyranê dibînin. Ango yên ku herî jê bandor dibin jî em in. Her ku biçe jî wê ji ber van sedeman li gundan jiyan nemîne."   'Divê derfet werin afirandin’   Bêrîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Belê niha nebarîna baranê û avhewaya zuha bandorek mezin li şênkayê kir û wê me birçî bihêle. Ji niha de sewal birçî dimînin û ya me jixwe birçîbuna me cur bi cur e. Di aliyê aboriyê de em qeyranên mezin dibînin. Niha em dema diçin bajêr kirîn firotinê dikin em deh caran difikirin ka em herin an na. Gelo em ê bikaribin biqedînin an na. Heta em bikaribin em tiştên bi mesref kêm dikin ji ber ku êdî naqede. Yên ku rewşa wan ji ya me xirabtir jî pir in. Divê ji bo ciwanan û xizanan derfetên kar werin afirandin."