Li Amedê mêrê tundî kir hat girtin 2021-06-02 14:03:52   AMED - Li navçeya Farqînê Îhsan M. yê ku tundî li jina pê re hat zewicandin Meral M. kir û ew giran birîndar kir, hat girtin.    Li navçeya Farqînê ya Amedê Îhsan M. yê ku her roj tundî li jina pê re hatibû zewicandin Meral M. dikir, di 31'ê Gulanê de jî Meralê giran birîndar kir. Îhsan M. piştî ku Meralê birîndar kiribû hatibû binçavkirin û îro jî hate girtin. Hat diyarkirin ku Merala hat birîndarkirin jî piştî tedawiya wê li nexweşxanê qediya ew şandina malê.