Emîne Şenyaşar: Bi rêya darazê zilmê dikin 2021-06-02 12:21:02   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya "edaletê" didomînin wiha gotin:"Bi rêya darazê zilmê dikin."   Nobeta lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê di roja 86’an de didome.    Ji ber hevdîtina bi telefonê ya bi Fadil Şenyaşar re malbatê dereng dest bi nobeta xwe kir.    Her kes her tiştî dizane   Emîneyê diyar kir ev nêzî 3 mehan e li ber Edliyeya Rihayê ne û wiha got:"Ji wan kes negirtin bin çavan jî. Her kes hemû tiştî pir baş dizane. Yên zarokên min qetil kirin hîn li derve ne. Ez li dû qeyda qamerayê me. Heta ew qeyd dernekevin jî ez ji vir naçim. Vir bûye mîna mala min. Ez ji bo edaletê hatime vir û heta negirim jî naçim. Her kes hemû tiştî dizane."   'Hûn ê hewceyî edaletê bibin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:"Dozgerên bi baceyên me mûçeyên xwe digirin û peywira xwe ne baş bi kar tînin! Dadmendê got venekirina doza nexweşxaneyê di cih de ye! Hûn bi rêya darazê zilmê dikin. Ew ê roj were hûn ê jî hewceyî edaleta hûn qetil dikin bibin."