Dayikên Gerîla: Li dijî êrişên li ser Başûr divê kurd hişyar bin 2021-06-02 11:59:31     KOBANÊ - Dayikên Gerîla yên Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên ser xaka Başûrê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Dayikan wiha gotin: "Em ê weke dayikên şervanan doza zarokên xwe bişopînin heta axa me ji tevahî rengên dagirkeriyê rizgar bibe. Her wiha li dijî êrişên li ser Başûr divê kurd hişyar bin  "   Di 23'yê Nîsanê de dewleta tirk bi hemleyekê êrîş li dijî bazên zagrosê kir, li dijî van êrîşan dayikên şervanên Tevgera Azadiyê civîn li dar xistin. Çalakiyên Dayikên Gerîla li hemû navçeyên bajarê Kobanê hatin lidaxistin. Civîn li mala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Gundê El-Pelûrê yê girêdayî Kobanê bi beşdarbûna bi dehan ji jinên sazî û dezgehên civakî, hat lidarxistin. Di civînê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Azadî ji bo Ocalan" , "Bê serok jiyan nabe" û "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye", hatibûn daliqandin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Dayika Şervanên azadiyê Melîha Mistefa axivî.    'Em kurd in û Kurdistan a me ye’   Melîhayê piştgiriya xwe ji bo şervanên azadiyê nîşan da û wiha got:"Em weke dayikên Şervanên Azadiyê kiryarên dewleta tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re şermezar dikin. Ev şerê niha li ser zarokên me tê meşandin di heman demê de hebûna me jî hedef digire.  Ev şer berdewamiya komploya navneteweyî ye û dixwazin bi vî şerî tecrîdê li ser Rêber Apo hîna girantir bikin. Daxwaza me ew e em axa xwe rizgar bikin û azad bijîn."   Paşê kesên beşdar li perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guhdar kirin.    Têkildarî mijarê dayika bi navê Fatme Berkel helwesta xwe li dijî êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê anî ziman û bi me re parve kir.    'Kurdistan yek e û wê yek be'    Fatme bal kişand ser şerê niha dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dide meşandin û wiha pê de çû:"Dewleta tirk di hundir xwe de pir tengav bûye, ji bo wê dixwaze kîna xwe bi serê kurdan de biteqîne. Dewleta tirk bi deh hezaran gel bi darê zorê ji malên wan derxistin û dane koçberkirin. Pêwîst e li beramberî vî şerî kurd hişyar bin. Ji ber em hemû kurd in û em li ser axekê dijîn. Yekîtiya kurdan girîng e, dema yekîtî hat avakirin hemû planên ser axa me wê têk biçin. Em ê di doza zarokên  xwe de bi israr bin û xaka xwe ji hemû rengên desthilatdarî û êrîşan rizgar bikin."