Li Mexmûrê koma 85'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-06-02 11:06:35     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, îro koma 85’an dewir girt. Çalakî 167 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 167 roj in berdewam dike îro koma 85'emîn greva birçîbûnê dewr girt.   Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 84’yemîn Eylem Denîz axivî û wiha got:"Weke tê zanîn demekî dirêje li Îmraliyê di kesayeta Rêber Apo de şerêke azadî û edeletê te meşandin. Tişta ku li Îmraliye tê jiyîn li tu weletan din nîne. Em wekê Gelê Kurd û welatparêzên Kurdistanê ji bo têkbirina pergala faşist a qirker bi gelê mazlum û dostan re xwe re dê azadiya fîzîki ya Rêber Apo misoger bikin.   Heman demê de ji bo azadiya Rêbertî çalakiyên grevên birçibûne ku tên meşandin. Berxwedana ku li çiyayên azad berdewam dike tişta ku dikeve li ser milê gelê azadîxwaz bi hemû re û rebazan têkoşîn bikarnîn. Ji ber ku mîrovahî û gelê bindest azadî û wekheviya xwe di kesayet û îdolojiya Rêber Apo û PKK’ê de dibine. Bangawaziya me tişta ku dikeve liser milê jin, ciwan û kalan rol û misyona xwe pêkbine.   Di salvegera pengava 1'ê Hezîranê salvegera Şerê Şoreşgerî ya gel a sala 2004'an de hatî destpêkirin îro jî berdewam dike. Îro em wekî serdema nû berdewam dikin. Di divê baweriyê de ne ku em bi vî rûhî serbikevîn û gelê Kurdistanê bigihije serkeftinê. Em berxwedana Zapê, Avaşîn û Mêtînayê tê meşandin bi rihê 1'ê Hezîranê slav dikin û serkeftinê dixwazin. ”   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî Berxwedana Zîndana” bi dawî bû.