Ayşe Topçu ya girtî: Rewşa tendirustiya hinek hevalên me xirab e 2021-06-02 09:56:20     ENQERE - Ayşe Topçu ya di Girtîgeha Jinê ya Sîncanê de tê girtin bi rêya nameyekê behsa rewşa li girtîgehê kir. Ayşeyê da zanîn rewşa tendirustiya hinek hevalên wan gelekî xirab e û wiha domand:"Hevalek ji karantînayê derdikeve hevalên din dikin bin karantînayê. Hinek hevalên me rewşa tendirustiya wan xirab e. Hinek hevalên me hene ku di mejî de kîtle heye û divê bê emeliyatkirin, hinek jê ger neyê tedawîkirin îhtimala bi pençeşêra memikan bikeve heye, hinek tedawiya guatirê dibînin, hinek jê ji ber fitixa piştê emeliyat bûye."   Rewşên pandemiyê yên dijwar li ser her mirovî bandor û nerehetiyeke cuda dide avakirin. Bêguman ên ji vê pêvajoyê herî zêde bi bandor dibin jî girtiyên di girtîgehan de ne. Li ser rewşa heyî vê carê rewşa pandemiyê zêde dibe û ev jî dibe sedema binpêkirina mafên li girtîgehan. Girtî jî daxwaz dikin ku demildest rewşa wan bê sererastkirin. Her wiha li gelek girtîgehên li Tirkiyeyê û Bakur gelek girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ji 27'ê Mijdara 2020'î ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kirine.    Ayşe Topçu ya li Girtîgeha Jinê ya Sincanê dimîne û yek ji girtiyên nexweş e name ji ajansa me re şand û bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan.    Ayşe yek ji girtiyên nexweş ên bi hezaran e   Ayşe di Îlona 2015'an de li Gimgima Mûşê tê binçavkirin û bi îdiaya "Xirakirina yekîtiya dewletê" hat girtin. Ayşeya 5 mehî li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê ma piştre sirgunî Girtîgeha Jinê ya Sincanê hat kirin. Ayşe ev 6 sal in bi îdiaya "Xirakirina yekîtiya dewletê" tê darizandin û ji bo wê cezayê muebbetê tê xwestin. Her wiha di laşê Ayşeyê de gelek perçeyên şarapnelê hene. Ji ber rewşa girtîgehê rîsk e ku Ayşeyê bê emeliyatkirin û pirsgirên giran ên di warê tendirustiyê de yê Ayşeyê hene. Ayşeyê gelek carî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Nameya Ayşeyê ji ajansa me re şandiye wiha ye:   "Ev nêzî 6 salan e ez girtî me. Ji Mûşê sirgunî Girtîgeha Jinê ya Sîncanê hatim kirin. Ez girtiya siyasî me. Ji ber ez bi kîlometreyan ji malbata xwe dûrim dibe sedem ew hem ji warê aboriyê hem jî ji warê manewiyatê zehmetiyê bîbîne. Gelek hevalên me rewşa wan mîna ya min e. Em bi pirsgirêkên wek hev rû bi rû dimînin.    Em nikarin derkevin derekê   Ez dixwazim ji we re behsa jiyana vê derê bikim. Ez bawer im hûn jî meraq dikin. Niha em du kes li odeyekê dimînin. Di odeyên din de 5-6 hevalên me dimînin. Ji Adara 2020'î ve ye em hevdu nabînin. Ji ber hinceta pandemiyê guhertina odeyan nayên kirin. Ev hincet tenê ji bo girtiyên siyasî derbasdar e. Li beşên edlî guhertina odeyan tê kirin. Berê hinek çalakiyên me yên mîna qurs, sohbet, werzîş û hwd. hebûn. Lê belê bi hinceta pandemiyê êdi ev jî nabin. Em bi temamî di hundir de ne û em nikarin derkevin derekê. Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku qaşo gardiyan jî nikarin derkevin derekê. Rewşa me jixwe diyar e. Çima çalakiyên me tên astengkirin?   Kolî ji du mehan carekê tên dayin   Xwendin û lêkolînkirina me jî di bin bandora pandemiyê de ma. Kolîyên pirtûkan ên li ser navê me tên ji du meha carekê tê vekirin. Ji ber pirtûk dereng tên em mijarên ku li ser lêkolînê dikin mixabin taloq dikin. Koliyên kincan ên malbata me ji me re dişînin jî ji mehê carekê tên vekirin. Loma kincên zivistanî dimînin ji havînê re yên havînê jî dimînin ji zivistanê re.    Muameleya kêfî dikin   Her çiqas bibêjin 'Tendirustiya we mijara gotinê ye' jî tiştên dikin muameleya kêfî ye. Em ji bo tendirustiya xwe heta ji destên me tên em baldar in. Lê her tişt bi me naqede. Gelek hevalên me pirsgirêkên wan ên tendirustiyê yên giran hene. Hinek hevalên me hene ku di mejî de kîtle heye û divê bê emeliyatkirin, hinek jê ger neyê tedawîkirin îhtimala bi pençeşêra memikan bikeve heye, hinek tedawiya guatirê dibînin, hinek jê ji ber fitixa piştê emeliyat bûye. Di odeyan de 6 kes dimînin. Yek ji vana dema nexweş bikeve mecbûr dimîne di odeya xwe de bikeve bin karantînayê.   Hevalek ji karantînayê derdikeve yeka din dewsê dikeve bin karantînayê    Di odeyê de ango di koguşê de dema hewce bike hevaleke din biçe nexweşxaneyê divê li benda dora xwe be. Hevalek ji karantînayê derdikeve yeka din dewsê dikeve bin karantînayê. Hevalên me dema têkevin bin karantînayê mecbûr dimîne 3-4 carî biçe nexweşxaneyê. Dema 3-4 cara biçe wê demê divê 1-2 mehî di bin karantînayê de bimîne. Loma hevalên me yên ne nexweş jî tendirustiya wan dikeve talûkeyê. Ji ber pirsgirêkan hevalên me gelek caran nikarin biçin nexweşxaneyê jî.    Ez hêvî dikim ev nameya bi saxî bigihêje ber destên we   Ji derveyî vana em çi dikin? Hûn dizanin name ji alavên girîng a danîna têkiliyê ya li girtîgehan e. Heta ji destên me tê em hewil didin bi hevalên di zindanê de û bi hevalên li derve em di nava têkiliyê de bin. Mixabin gelek carî di warê gihaştina nameyan de pirsgirêk derdikevin. Gelek name tên sansurkirin û wiha digihêjin ber destên me. Loma nayên tê em tiştekî jê fam nakin. Ez hêvî dikim ev nameya bi saxî bigihêje ber destên we."