188 roj in greva birçîbûnê didome 2021-06-02 09:25:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 38'emîn di roja 188'an de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 38'emîn di roja 188'an de didome.    150 roj in li Yewnanîstanê greva birçîbûnê didome    Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 150'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.