Li Cizîrê mîtînga ziman: Werin em dengê xwe bilind bikin 2021-06-02 09:23:21     ŞIRNEX - Di pêşengiya Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Ziman, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê sibê li Cizîrê mîtîng li dar dixe. Endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê û Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç, banga tevlîbûna mîtîngê kir.    Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Ziman, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 3’yê hezîranê de ango sibêhe li navçeya Cizîra Şirnexê bi dirûşmeya "Bila kurdî bibe zimanê fermî yê Tirkiyeyê" û “Bila sedsala 21’an bibe sedsala kurdî" mîtînga zimanê kurdî li dar dixe. Mîtîng dê li Parka Birca Belek di navbera 16.00-20.00’an de bê lidarxistin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî dê tevlî mîtîngê bibin. Her wiha hunermend Azad Bedran, Koma Jin MA û Koma Awazên Botan jî dê derkevin ser dikê. Endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê Guler Tunç, bang gelê Botanê kir ku tevlî mîtîngê bibin.    ‘Li hemberî ziman êrişeke topyekûn heye'    Guler, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê ya li hemberî zimanê kurdî û got: "Li dijî zimanê dayikê bi salane polîtîkayên asîmîlasyonê  ketiye dewrê. Bi vî awayî dixwazin ziman tune bikin. Li dijî ziman, nasname û vîna me êrişek topyekûn heye. Kesên ku ji ber ku kurdî diaxivin tên lînçkirin, kesên ji ber stranên kurdî dibêjin tên qetilkirin. Her wiha li Mûşê Fatma Altinmakas li qereqolê nekarî bi tirkî xwe îfade bike îfadeya wê nehat girtin û ev tişt jî bû sedema ku bê kuştin. Li dibistanan zimanê kurdî ne fermiye. Zimanê kurdî wek waneyek hilbijarî tê nîşandan. Di meclîsê de parlamenterên ku bi zimanê dayika xwe diaxivin wek zimanê biyanî yanî 'X' tê nîşandan."   Guler, bal kişand ser kampanyayê û wiha axivî: "Ji bo ku deng û wateya Kovara Hawarê mezin bikin me vî kampanyayê da destpêkirin. Di çarçoveya vî kampanyayê de xebatên me yên cur bi cur dê hebin. Lê xebata me ya yekem jî li darxistina mîtîngan e. Dê li 3 navendan mîtîng bê lidarxistin. Bi vî mîtîngê xwedî li derketina gel a zimanê kurdî nîşan bidin."   'Em banga tevlîbûnê dikin...'   Guler, destnîşan kir ku dê di 3’yê hezîranê ango sibê li Parka Birca Belek mîtîng bê lidarxistin û wiha domand: “Mîtînga me dê saet navbera 16.00 û 20.00’an de bê lidarxistin. Hemû amadekariyên me qediyane. Em bang li hemû gelê Botanê dikin ku tevlî mîtîngê bibin. Werin em bi hev re sedsala 21’an bikin sedsala zimanê kurdî. Her wiha bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Bên em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”