Eren Keskîn: Dewlet wek salên 90’î berdewam dike 2021-06-02 09:02:55     STENBOL - Parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn, piştî îtîrafên Sedat Peker, têkiliya mafya-dewletê nirxand û got heta pirsgirêk neyê çareserkirin wê mafya bidome û got: “Muxalefeteke ku tenê li ser Tayyîp Erdogan pêş dikeve her tim şaş e. Ev bi me wê bingeha kûr a dewletê dide jibîrkirin.”   Piştî îtîrafên Sedat Peker, têkiliya dewlet mafyayê carek din hat rojevê.  Li ser kanaleke çapemeniya civakî her hefte derbarê mijarekê de ku peywirdarên dewletê jî tê de, sûcên hatine kirin îtîraf dike. Derbarê kuştinên kiyarnediyar yên salên 90’î, bazirganiya hişbirê ku rayedarên dewlet û xizmên wan jî tê de û çekên ji bo El Nusra hatine şandind e îtîraf  kirin. Parêzvana mafê mirovan û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn derbarê mijarê de axivî.    Eren diyar kir ku li erdnîgariyên demokratîk dewlet nikarin neçarî mafyayê bibin û beriya AKP’ê jî dewlet bi mafyayê re di têkiliyê de bû û got: “Ev dewlet her tim hewce bi dijmin dibîne. Dijminê wan jî kurd bûn. Di hemû pirsgirêkan de neçareseriya pirsgirêka kurd tê. Dewleta ku pisgirêka kurd çareser nekir îro rewşa tê de ye xwe dide der.”   ‘Suleyman Soylu ji AKP’ê bêtir MHP’ê temsîl dike’   Eren balkişand ser gotinên Suleyman Soylu yên di bernameyeke televîzyonê de derbarê îtîrafên Sedat Peker de axivî û wiha pê de çû: “Gelo ew jî bi gotinên xwe bawer dike, gelek komîke. Li wir du heb Suleyman Soylu hebûn, yê yekem yê li hember AKP’ê diaxivî bû. Ji ber di wê axaftinê de got li mala hinek  wezîran makîneyên pere hatine dîtin. Got parlamenterekî di AKP’ê de her meh ji Sedat Peker pere digire. Belkî jî ji bo xwe biparêze ev got. Yên me dîtin ev bû û li gorî min Suleyman Soylu ji  AKP’ê pirtir, MHP’ê temsîl dike.”   ‘Çi bi Tahîr Elçî, Ceylan Onkol û Kemal Kurkut hat’   Eren destnîşan kir ku dema AKP’ê jî kuştinên kiryar nediyar û îşkence hatine jiyîn û ev tişt vegot: “Hevalê me Tahîr Elçî hat kuştin. Kujerê Tahîr Elçî û Kemal Kurkut kanê? Gelek serlêdanên îşkenceyê tê kirin. Ev bi raporên tiba edlî jî hatine tespîtkirin. Çi bi Ceylan Onkol hat. Kujerê wê kanê? Kê Roboskê pêk anî, kê Hrant Dînk kuşt?”   ‘Dewlet wek salên 90’î xwe didomîne’   Eren, da zanîn ku dewlet polîtîkayên salên 90’î dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 2010’an de, Tayyîp Erdogan wê demê serokwezîr bû, bi xizmên girtiyan re hevdîtinek kir û got wê gumanbaran derxîne holê. Heta wê demê soz da Dayika Berfo û got ez ê kurê te derxim holê. Wê demê Komîsyona Mafê Mirovan li Meclîsê hat avakirin. Yekem car meclîsê derbarê windakirina Cemîl Kirbayir de rapor nivîsî û got bi îşkencê hatiye kuştin. Rapora dewletê ev e. Gelo niha çi bû? Dixwazin biryara neşopandinê bidin ser dosya Cemîl Kirbayir. Heta ev polîtîka bidome ne pêkane pirsgirêk çareser bibe.”   ‘Muxalefeteke tenê li ser Erdogan pêş dikeve şaşe’   Eren daxuyakirin ku muxalefeteke ku tenê li ser Erdogan tê pêşxistin her tim şaş e û wiha pê de çû: “Ev bi me bingeha dewleta kûr dide jibîrkirin. AKP bi wê rêxistinê re lihev kiriye. Ji ber vê îro Mehmet Agar, Alaattîn Çakici, Tansu Çîler, Korkut Eken îro desthilatdariyê diparêze. Ev mijareke pergalê. Ne tiştekî ku tenê bi partiyekê bê vegotinê ye. Kuştinên kiryarnediyar yê salên 90’ê li bajarên Rojava tên axaftin. Ridvan Karakoç yê di bin çavan de hat windakirin muvekîlê min bû. Ez şahidê dema windakirina wî me, wî ji xwe dizanibû ku wê bê windakirin. Hatibû gel min. Digot ‘ez her roj têm gel te, ger ez rojekê neyên, bizanebe ku ez hatime windakirin’. Rojekê li min negeriya û me agahî jê negirt. Cenazeyên Ridvan Karakoç û Hasan Ocan li daristanekê hatin dîtin.  Piştre serlêdanên windayan zêde bûn. Dayikên Şemiyê derketin holê. Wê demê malbat dihatin tehdîdkirin û koçberkirin. Lê dozgeran lêpirsîn jî venedikirin.”   ‘Dengê kesî derneket’   Erenê destnîşan kir ku NY’ê li dijî windakirinan peyman derxist û vê demborî ji holê radikir, lê Tirkiyeyê berxwe da ku vê peymanê îmze neke û got: “Di bûyerên ku 20 salan de gumanbar neyên dîtin de dosya tê xistin. Ji xwe dewlet jî li sûcdar nagere di wê pêvajoyê de. Heta sûcdaran tînin ser pewyirên nû. Mînak windayên Kerboranê… Di 1995’an de 6 mirov hatin binçavkirin û carek din venegeriyan. Malbatan cihê wan nizanibû. Herî dawî li Kerboranê gorên wan hat vekirin. Ji wan goran hestiyên wan hatin dîtin. Mehmet Tîre ji windakirina wan kesan berpirs bû. Lê Mehmet Tîre wek şaredarê Gumuşluk a Bodrumê derket pêşberî me û tu kesî dengê xwe nekir.”   Erenê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ger ku ev welatekî demokratîkbûna wê piştî vegotinên Sedat Peker her kes rabûna ser piyan û li kolanan bûna û wiha dawî lê anî: “Lê mixabin li vê erdnîgariyê kevneşopiyek wisa tune, ji ber tifaq jî muxalefet jî ji heman îdeolojiyê xwedî dibin. Ez piştgiriya rayagiştî ya navneteweyî gelek girîng dibînim. Ji bili hêviya me di destê me de tu hêza me tune, em hêvî û têkoşîna xwe bidomînin.”