Ciwanên HDP’yî piştgirî dan malbata Şenyaşar 2021-06-01 16:53:37   RIHA - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê, serdana malbata Şenyaşar a nêzî 3 meh in li Rihayê di nobeda edaletê de ye, kirin.   Nobeta lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê di roja 85’an de didome. Di roja 85’an de endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê serdana malbatê kirin.   Emîne Şenyaşar di serdana piştevaniyê de êrîşên li ser wan û têkoşîna ji bo edaletê dide vegot. Endamê Ciwanên HDP’î Adem Yilmaz jî diyar kir ku li kîjan cihî zordarî û zilm hebe wê li wir bin. Adem got heta dawî wê li gel têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bin.