Komeleya Jinan a STAR: Em piştgiriyê didin jinên ku axa xwe diparêzin 2021-06-01 11:20:16     WAN - Komeleya Jinan a STAR'ê ji bo jinên ku li Şêxana Payîzavayê têdikoşin daxuyaniyek da û got: "Em piştgiriyê didin jinên ku ax û jiyana xwe diparêzin."   Li taxa Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo ku li qadeke berfireh kana mermer bê vekirin îhale hat kirin. Rayedarên firmaya mutehît, leşker û cerdevan bi makîneyên kar re çûn gund û 40 axurên li qada ku dê kan bê vekirin rojên borî hilweşandin. Ji ber vê şênî li hev kom bûn û bertek nîşanî hilweşandinê dabûn. Şeniyên ku destûr nedan vekirina kana mermerê bi êrişan re rûbirû man, gule bi ser wan de hatibû reşandin. Welatî hatibûn binçavkirin û jineke ducanî bi êrîşê re rûbirû mabû. Komeleya Jinan a STAR'ê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe ya Instagramê peyamek weşand.    Komele di peyama xwe de diyar kir ku dê piştgiriyê bidin berxwedana jinên Şêxanê û wiha hat gotin: "Bi salane polîtîkayên talankirinê li hemberî xwezayê tê meşandin. Li Şêxanê ne tenê ekolojî tê texripkirin, di heman demê de şêniyên ku debara xwe bi sewaltiyê dikin dê bikevin nav xeterê ye. Şêniyên ku mudaxaleyê hilweşandinê kirin lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Em heta dawiyê piştgiriyê didin jinên ku ax û jiyana xwe diparêzin."