'Dewleta tirk bi rêya qutkirina avê dixwaze pergala me hilweşîne' 2021-06-01 09:01:41     KOBANÊ - Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan, têkildarî qutkirina ava Çemê Firatê ya ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir. Nesrînê wiha got:"Ji çar mehan zêdetir e dewleta tirk hevpaymanê binpê dike. Dixwaze vê carê bi rêya qutkirina avê pergala me hilweşîne. Divê gel jî bi van polîtîkayan neyê xapandin. Em ê bi hevgirtina xwe planan vala derxin."    Dewleta tirk ji destpêka sala 2021'ê ve ava Çemê Firatê li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye. Li gor hevpeymana Sûriye û Tirkiyeyê ya parvekirina ava Firatê, divê di çirkekê de 500 metrekup derbasî axa Sûriyeyê bibe. Lê dewleta tirk di navbera 100-200 metrekupê de berdide. Qutkirina avê bandoreke mezin li ser jiyana şêniyên herêmê kir. Rêveberiya Xweser jî li gor derfetên xwe hewil dide pêwistiyên gel bi cih bîne. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Enerjiyê Nesrîn Kenan ev rewş nirxand û ji me re parve kir.   'Dewleta tirk hevpeymanê binpê dike'   Nesrînê di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa ava Firatê kir û wiha got:"Ev zêdetirî 4 mehan e dewleta tirk ava Çemê Firatê li ser Sûriyeyê qut kiriye. Li gor hevpeymana di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de divê di çirkekê de 500 metrekup av derbasî herêmên me bibe. Lê Tirkiye ev zêdetirî çar mehan e tenê ji 100'î heta 200 metrekup av berdide. Bê guman av yek ji pêwistiyên herî sereke yên jiyanê ye, qutkirina avê wê bi xwe re gelek encam û bandorên neyînî bîne. Ev rewş yekser bandora xwe li ser çandinî, ceyran, ava vexwarinê û her wiha gelek nexweşiyên ku ji qirêjbûna ava Firatê li herêmê derketine, dike."   'Dewleta tir bi rêya qutkirina avê dixwaze pergala me hilweşîne'   Nesrînê bal kişand ser armanca qutkirina ava Firatê û wiha pê de çû: "Dewleta tirk dijminê gelê kurd e, ji ber vê çi ji destên wan were wê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Heger mirov jiyana şêniyên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn bi yên herêmên din re bîne ber hev, em ê bibînin ku tevî şoreşê, şer û êrîşên li ser herêmê rewşa me di asta herî baş de ye. Ji ber vê dewleta tirk bi rêbazê leşkerî, siyasî, civakî û niha jî bi qutkirina ava Firatê re dixwaze şoreş û pergala me hilweşîne. Ji ber vê daxwaza me ji gel ew e bi polîtîkeyên dewleta tirk, neyên xapandin."   'Em ê li gor derfetan alîkariya gel bikin'     Nesrînê projeya avakirina sîstema embaran anî ziman û wiha domand: "Beriya qutkirina ava Firatê me 16 saetan elektrîk berdida. Lê niha em neçar man 7 saetan berdin. Ne diyar e ev rewş dê çawa berdewam bike, ji ber vê divê gel li hember hemû rewşan jî amade be. Di vê pêvajoyê de em projeya pergala embaran dinirxînin. Derfetên me têra belavkirina sîstema embaran a di tevahiya bajêr de nake, lê dibe em li kolanên sereke ji bo bijîşk, market, dermanxane û firoşgehên mezin deynin. Mirov nikare baweriyê bi dewleta tirk bîne."   'Em ê bi hevgirtina xwe planan vala derxin'   Nesrînê bang li NY'ê kir  kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hêviya me ji gelê me heye ku em di vê dema teng û dijwar de li pişt hev bin. Divê em planên dijmin bi cih neynin, berovajî vê em bi hevgirtina xwe planên dewleta tirk vala derxin. Av û ceyran mafê gel e, ji ber vê em ê li gor derfetên xwe pêwistiyên jiyanî bi cih bînin. Em banga xwe li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta tirk bikin, da ew li gor hevpeymana parvekirina ava Firatê tev bigere. Rêbazê qutkirina avê li derveyî prensîpên exlaqî ye û ev yek tu caran di dîrokê de nehatiye dîtin. Divê ev rewş bi awayekî bi lez were çareserkirin."