ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-01 09:00:00     *Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan, têkildarî qutkirina ava Çemê Firatê ya ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir. Nesrînê wiha got:"Ji çar mehan zêdetir e dewleta tirk hevpaymanê binpê dike. Dixwaze vê carê bi rêya qutkirina avê pergala me hilweşîne. Divê gel jî bi van polîtîkayan neyê xapandin. Em ê bi hevgirtina xwe planan vala derxin." DÎMEN HEYE    *Akademîsyen Nîsan Kuyucu ku hat îxrackirin û ji bo GREVIO rapora golge nivîsî,  xalên 66 û 70’ê yên Peymana Stenbolê nirxand û got: “GREVIO jî wek komîteya DEDAW tenê bi agahiyên dewlet dide sînor namîne û rêxistinên civaka sivîl jî wek hevkarê esas yê pêvajoya rapor, nirxandin û şopandinê dibîne. Yek rapora Platforma Şopandina Peymana Stenbolê bi giştî ji Tirkiyê 5 raporen golge çûn GREVIO. Peymana Stenbolê ne dewletan jinan nivîsî.  Niyeta me tune em dest ji peymanê jî berdin.”   * Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan, têkildarî zêdebûna kûştina jinê axivî û anî ziman ku kûştina jinê parçeyek ji polîtîqaya şerê taybet e û got: “Peymana Stenbolê ji bo me jinan gelek girîng bû.  Bi betalkirina peymanê re qirkirina jinan zêdetir bû. Divê em li dijî qirkirinê rabin ser piyan û ji kûştina jinan re bêjin êdî bes û dengê xwe bilind bikin.BI DÎMEN     *Li Dêrsîmê jinên li dijî bûyerên windakirin, destdirêjî û şîdetê dertên tên cezakirin. Endama PM'a HDP'ê û Platforma Jinan a Dêrsîmê Helîn Yagmur Ucî wiha got: “Jin li malê mêr li derve ji dewletê şîdetê dibînin. Li şûna gumanbarê şîdetê, jin tên cezakirin. DÎMEN HEYE   *Ji Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê Destîna Yildiz  diyar kir ku ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê  cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û gardiyan girtiyan provoke dikin. Destnînayê her wiha da zanîn ku li girtîgeha Kandirayê ji bo girtî grevê bi dawî bikin, gotine ku bi psîkologan re hevdîtinê bikin. BI DÎMEN