Hevdîtina jinan a 'Ji xizaniya jinê re na' li Rihayê berdewam kir 2021-05-31 16:59:46   RIHA - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê  Ayşe Acar Başaran û heyeta pê re li Rihayê di çarçoveya hevdîtina "Ji xizaniya jinê re na" bi jinên li nav zeviyan dixebitin re hatin gel hev.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanyaya xwe ya "Ji bo jinan edalet" de li Rihayê hevdîtina jinan a bi navê " Ji xizaniya jinan re na" pêk anî. Hevdîtin bi heyeta ku Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Baran jî di nav de cih digire pêk hat parlamenterên jin û gelek jinên Rihayê tevli bûn. Jinên ku hatin gel hev serdana jinên ku li taxên Girehişk û Elxanê yên Rihayê li zeviyên firingî, îsot û nîsakn dixebitîn kirin. Jinên li nav zeviyan dixebitîn pirsgirêkên ku dijîn ji heyeta jinan re vegotin û daxwazên xwe anîn ziman.    Ayşe Acar Bajaran pirsgirêkên jinên ku li nav zeviyan dixebitin guhdar kirin û got ku di hevdîtina wan a li Enqereyê ku bi jinên li nav zeviyan dixebitîn re kirin herî zêde ji Rihayê xebatkar hebûn û ev tgişt got, "Meclis jî di nav de emê li her derê bibin dengê jinan. Herî zêde jin di şert û mercên xirab de dixebitin."   Ji jinên ku li nava zeviyan dixebitin ya li taxa Elxanê diyar kir ku ew rojê bi 60 TL dixebitin û got, "Zarokên min biçûk in û ez mecbûrê ku wan bînim nav zeviyan. Ez dixwazim zarokên xwe di şertên normal de xwedî bikin. Em ji serê sibehê ve heta êvarê li nav zeviyan dixebitin û ne pêkan e ku em di şertên normal de zarokên xwe xwedî bikin. Tu ewlehiya me tune ye. "   Jineke din a ku li heman zeviyê dixebitî jî diyar kir ku ji ber dayika wê nexweş e wê dest ji perwerdê berdaye û 9 mehan li nav zeviyan dixebite lê armanca wê ew bû ku bibe tendirust van.    Heyet pitî taxa Goktepe derbasî taxa Girehişk bû û bi jinên ku li nav zeviyên nîsakn dixebitin re hat gel hev.    'Rewşa me ne baş e'   Jina ku li nav zeviya nîska bi zarokên xwe re dixebitî jî wiha got, "Zarokên me nikarin perwerdê bibînin. Em jî vir diçin Meletî û Deryayareş. Em ji sibehê heta êvarê bi 55 TL dixebitin. Rewşa me nebaş e."   Jinên ku xwendekar û li nava zeviyan dixebitin jî diyar kirin ku ew ji ber rewşa aborî mecbûr in li nava zeviyan bixebtiin. Jinên ciwan diayr kirin ku ew bi heqrojeke gelek kêm dixebitin.